21:09 23 Hezîran 2018
Lice - gund

'Leşkeran gule reşand ser bizinan: 70 bizin telef bûn'

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 23

Hat îdîakirin ku leşkerên girêdayî artêşa tirk, di operasyonên li navçeya Bêşebabê, li dora çiyayê Kato-Jîrkayê li devera Gorêta,70 bizinên aîdî gundiyan gulebaran kirine.

Hat ragihandin operasyonên roja 18ê Nîsanê de hatine destpêkirin berdewam dikin. Şevîdî li heman deverê nêzî gundê Germavê 150 bizinên ku li çolterê diçêriyan ji alî leşkeran ve hatine gulebarankirin. Di encama gulebaranê de 70 bizin telef bûne.

Li gorî nûçeya Dîhaberê li devera Gorêta ya gundê nêzî çiyayê Katoyê, gundiyê ku 150 bizinên xwe li çolterê hiştin dema ku vegeriya rastî termên wan hat. Hat îdîakirin ku leşkeran destûra gundiyê ku xwediyê bizinane neda ku rahije bizinên xwe yên mayî jî. Li gorî îdîayan vê dawiyê şivanên li vê deverê 80 bizinên mayî berhev kirine û birine mala xwediyê wan.

Bi heman mijarî:

Li Colemêrgê operasyon: '6 endamên PKKê jiyana xwe ji dest da'
Li Yekîtiya Baroyan operasyon: Biryara binçavkirina 22 parêzeran hat dayîn
Li Borsa Stenbolê operasyon: Derheqê 102 kesan de biryara binçavkirinê
Li dijî DAIŞê operasyon: 25 kes hatin desteserkirin
Li Midûriyeta Ewlehî operasyon: 9 hezar û 103 polîs ji kar hatin dûrxistin
Li Afganistanê operasyon: 18 kuştî û 29 birîndar
Etîketan:
Jîrka, Kato, Bêşebap, Germav
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de