10:35 24 Mijdar 2017
Zindî
    selahattin demirtaş

    'Dibe ku Demirtaş di kongreyê de bangî PKKê bike'

    © Sputnik/ Alexey Kudenko
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 17331

    Tê îdîakirin ku plana 'aştiyê' ya ku HDPê dê di kongreya xwe de ji raya giştî re ragihîne, ji aliyê Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaşî ve hatiye amadekirin. Tê gotin ku Demirtaş dê bangwaziyên giring li PKKê bike.

    Naveroka Plana aştiyê ya ku HDPê ragihandibû ku dê di kongreya xwe ya dawiya vê hefteyê li dar dixîne de eşkere bike. Tê gotin ku "plana aştî û demokratîzekirinê' ya ku gelekî tê meraqkirin û dê di kongreya 20ê Gulanê de bê eşkerekirin, ji aliyê Hevserokê HDPê selahattin Demirtaşî ve hatiye amadekirin ku tê de bangwaziyên berbiçav li PKKê kirine.

    Hevserokeke nû di şûna Fîgen Yuksekdaga ku endamîtiya wê ji partiyê ji aliyê dadgehê ve hatibû betalkirin bê bijartin. Ji aliyê din ve tê gotin ku Serokkomarê Tirkiyeyê dê di komcivîna awarte ya AKPê de biaxive û ev axiftina wî di çarçvoeya kongreya HDPê de giring dihesibe.

    "DÊ BANGÊN BERBIÇAV LI PKKÊ BIKE"

    Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê ya tirkî, tê gotin ku ev demeke dirêj e, Demirtaş planeke aştiyê amade dike û tê îdîakirin ku di naveroka wê planê de, dê peyamên gelekî xurt hebin. Herwiha yek ji mijarên ku di nava partiyê de tên axiftin jî ew e ku Demirtaş dê daxwazên berbiçav ji PKKê bixwaze û dê rêbaza nû ya HDPê û polîtîkaya wê amade bike.

    Li ser kesa ku dê şûna Yuksekdagê bigire jî, tê gotin ku heta kêlîka dawî jî bê gotûbêjkirin.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş bersiv da parlamenterê CHPê Eren Erdem
    Demirtaş ji bo herdû akademîsyenên di grevê de peyam şand
    Destûra serdana Demirtaş nedan parlementerên HDPyî
    Demirtaş: Divê tifaqên nû hebin
    Doza derbarê Demirtaş de hatibû vekirin, ji ber 'parlementeriya' wî hat betalkirin
    Dadgehê ji bo doza axaftina 7 sal berê ya Demirtaş biryar da
    Etîketan:
    HDP, Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de