11:44 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu: Bila McGurk were guherandin, ew piştgiriya PKKê dike

    © REUTERS/ Hüseyin Aldemir
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    116827

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ragihand peyva ku ji bo operasyona Reqqayê ‘em ê li YPGê bidin' neyînî nehat dîtin. Cihê ku YPG lê hebe em tevlî wê operasyonê nabin.

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di weşana zindî ya NTVyê de ji bo serdana Serokomar Recep Tayyip Erdogan a Amerîkayê ragihand peyva ku ji bo operasyona Reqqayê ‘em ê li YPGê bidin' neyînî nehat dîtin. Cihê ku YPG lê hebe em tevlî wê operasyonê nabin.

    Mevlut Çavuşoglu di axaftina xwe got: "Ji bo hevkariya dijî DAIŞê hinek şertên me jî hene. Cihê ku YPGyî li wir bin em li wir namînin. Em ê li hemberî YPGê qaîdeyên angajmanê bikar bînin. peyva me ‘em ê li YPGê bidin' neyînî nehat dîtin. Çekên ku YPG werdigire wê nikaribe li hemberî me bikar bîne."

    Çavuşoglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Brett McGurk di serdema Barak Obama de nûnerê taybet ê li dijî DAIŞê bû û hê jî vê wezîfeyê didomîne. McGurk biguhere dê baş bibe. McGurk rasterast piştgiriyê dide PKK û YPGê.

    Wezîrê tirk di dirêjiya axaftina xwe de ji bo îadekirina serekê FETO got: "Di mijara Gulen de rêvebiriya niha ji ya berê diristir e."

     

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Talabanî bersiva McGurk a li ser referandûmê da: Mafê gelê Kurd e
    Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞê Brett McGurk li Iraqê ye
    Barzanî û McGurk li Pîrmamê civiyan
    McGurk: Hemû endamên DAIŞê yên li Mûsilê wê werin kuştin
    Parêzgarê Kerkûkê Kerîm û Brett McGurk li hev civiyan
    Lavrov: Gotinên McGurk dengvedana serdema Obama ye
    Etîketan:
    Nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, Brett McGurk, Mevlut Çavoşoglu, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de