00:43 13 Kanûn 2017
Zindî
    Hevdîtina Donald Trump û Recep Tayyip Erdogan

    ‘Dema Erdogan qala YPGê kir Trump keniya'

    © AFP 2017/ Saul Loeb
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 30

    Parlamenterê HDPê Ahmet Yildirim hevdîtina Erdogan yê bi Trump re wekê fiyasko nirxand. Yildirim ragihand ku Erdogan beriya serdana xwe tiştên ku behsa wan dikir, qet behs nekir û dema qala YPGê kir Trump keniya.

    Cîgirê Koma HDPê Ahmet Yildirim li parlamentoyê civîna çapameniyê li dar xist û hin nirxandin di derbarê rojevê de kir. Yildirim li ser pirsa rojnamegeran, derbarê hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Dewleta Amerîkayê Trump de axivî.

    ‘ERDOGAN BO 20 DEQÎQEYAN ÇÛ AMERÎKAYÊ?'

    Yildirim bersiva pirsa ku Erdogan dema diçû Amerîkayê ragihandibû ku ‘Nê bêhnok lê xal dê were danîn hûn çawa binirxînin da:

    "Min gelekî serdanên navdewletî şopandiye û sere xwe pê re êşandiye. Mehekî beriya hevdîtinê de daxwaz û nêrînên her dua liyan tên eşkerekirin. Piştî hevdîtinê jî xalên ku li ser li hev dikin an jî cudahî tên qalkirin. Trump di hevdîtîna rûbirû de eşkere kir ku hevdîtinekê dirêj pêk bînin, lê ev 20 deqîqe dewam kir. Di civîna hevpar de jî bo daxwaz û niyetan jî tenê Erdogan axivî. Derbarê naveroka hevdîtinê de jî Erdogan beriya ku biçe Amerîkayê tiştên ku digot, behsa wan nekir. Erdogan dema behsa YPGê kir Trump keniya. Ji aliyê din ve jî Trump gelek axaftinê kurt girt û di vir de jî behsa hevdîtina bi Sergey Lavrov kir. Di encamê de tiştên ku tên fêmkirin Erdogan xal nedanî. Ev fiyaskoye mirov bo hevdîtina 20 deqîqeyê diçê wir."

    Bi heman mijarî:

    Axaftina nepen ya Lavrov bi Trump re
    Zavayên Trump û Erdogan, dewletên wan bi rê ve dibin
    ‘Erdogan li Amerîkayê û nûnerê Trump jî li Kobaniyê ye'
    Trump û Erdogan peyamên twitterê parve kirin
    Serokomarîya Tirkiyê li ser hevdîtina ‘Trump-Erdogan’ daxuyanî da
    Etîketan:
    deqîqe, hevdîtin, qal, ken, YPG, HDP, Donald Trump, Recep Tayyip Erdogan, Ahmet Yildirim, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de