03:39 14 Kanûn 2017
Zindî
    Donald Trump - Recep Tayyip Erdogan / Washington 2017

    The Guradian: Erdogan destvala ji DYAyê vegeriya

    © REUTERS/ Kevin Lamarque
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 81

    Nivîskarê Rojnameya The Guardianê Simon Tisdall derbarê serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bo DYAyê û encamê wê de nivîsek weşand.

    Tisdall di nivîsa xwe de diyar kir ku Erdogan destvala ji DYAyê vegeriyaye û sedema vê jî ew e ku daxwazên Erdoganî ji bo YPGê nehatine cih û sedema vê jî Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn destnîşan dabû.

    Li gorî nivîsê, sedema ku Erdogan destvala vegeriyaye, ew ku Rûsya û DYAyê bi heman awayî li meseleya kurdên Sûriyeyê dinerin.

    "ERDOGAN NEKARÎ TÊKÇÛNA XWE VEŞÊRE"

    Herwiha nivîskarî diyar kir ku li gel Trump û Erdogan wiha tevgeriyan wek ku her tişt gelekî baş çûye jî, lê "ti rê tine bû ku Erdogan sernekftina xwe veşêre".

    Nivîskarê Gurdianê diyar kir ku israra Erdoganî ku DYA dest ji piştgirtina YPGê berde, hatiye redkirin û wiha pê de çû: Pentagon kurdên sûrî wek bibandortirîn û pêbawertirîn hevbendê xwe dibînin û tehdîdên Tirkiyeyê yên girtina baregeha Incrilikê jî bi kêr nehatin".

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Erdogan li Amerîkayê û nûnerê Trump jî li Kobaniyê ye'
    Mesrûr Barzanî: Rêveberîya Trump girîngîyeke mezin dide Kurdistanê
    Koşka Spî: Trump daneyên gefên ser DYA û Rûsyayê bi Lavrov re parve kir
    Serokomarîya Tirkiyê li ser hevdîtina ‘Trump-Erdogan’ daxuyanî da
    Trump: Min ji ber sedemên mirovî ew agahî dan
    Senatorên Amerîkî ji bo serdana Erdogan ji Trump re name nivîsand
    Etîketan:
    Donald Trump, Recep Tayyip Erdogan, DYA, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de