09:35 12 Kanûn 2017
Zindî
    Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê û Parlamenterê Meletiyê Veli Agbaba

    CHP: Serdana Erdogan a DYAyê ne serkeftî bû

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 80

    Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê û Parlamenterê Meletiyê Veli Agbaba li ser serdana Erdogan ya DYAyê got ku serdan serneketî bû û wiha axivî: “Tiştên ku serokkomar di xwest pêk nehat. Hikûmetê, Tirkiye kir weke dewleteke Rojhilata Navîn ku ne li Ewropa û ne jî li Afrikayê tê xwestin.”

    Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê û Parlamenterê Meletiyê Veli Agbaba li Amedê civîna çapemeniyê li darxist. Agbaba diyar kir ku hikûmeta AKPê bi Rewşa Awarte muxalifan terbiye dike û yên ku terbiye nabin jî wan dixe girtîgehan. Agbaba anî ziman ku piştî referandûmê gotinên wan rast derketine û endamên HSYKê ji aliye endamên partîyan ve têne hilbijartin û wiha berdewam kir: "Duh derket holê ku ji bo HSYKê 5 jê AKPyî 2 jê MHPyî hatine nişandan û 2 kesan jî, serokkomar dê hilbijêre. Yani ji 13 endamên HSYKê dê 11 jê AKPyî bin. Êdî Devlet Bahçeli bûye weke hevserokê AKPê."

    ‘LI TIRKIYEYÊ 163 ROJNAMEVAN GIRTÎ NE'

    Agbaba bal kişand ser girtina rojnamevanan û wiha berdewam kir: "Tirkİye bi girtina 163 rojnamevanan li cîhanê bûye welatê ku herî zêde rojnamevan girtine. Ji Çinê û welatên Afrikayê hêj zêdetir rojnamevan girtine. Weke rojnamevanên muxalif nemane."

    ‘EM Ê HEVKARIYA NA BI DOMÎNIN'

    Agbaba pirsên Spûtnîkê yê li ser hilbijartina 2019an û serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ya DAYyê jî bersivandin. Agbaba li ser hilbijartinê wiha axivî: "Xwediyê Na ne em tenê ne. Hevkariya xwe ya bi kesên ku di nava Na de cîh digrin em ê berdewam bikin.Ev di rojên pêş de dê were dîtin. Ji bo hilbijartinê ne namzetê serokatiyê em ê namzetekî hevbeş ji bo xurtkirina parlamentoyê derbixin û em ê derdorên ku di van şertan de ne bimeşin.

    ‘SERDANA DYAYÊ SERNEKETÎ BÛ'

    Agbaba li ser serdana Erdogan ya DYAyê got ku serdan serneketî bû û jî wiha axivî: "Hevdîtinê 22 deqîqeyan domand. Tiştên ku serokkomar di xwest nehatin cih. Yek ji wan çekdana YPGê bu ku serokkomar di got ‘xeta me ya sore' û ev jî nehat cih. Ya di jî mijara FETOyê bû lê ev jî nehat axaftin. Yek di jî serbest berdana mijara Riza Sarraf bu û ev jî nehate nehate axaftin. Riza Sarraf hevserokê hikumetê bu. Hikûmetê, Tirkiyê kir weke dewleteke Rojhilata Navîn ku ne li Ewropa û ne jî li Ewfriqa tê xwestin."

     

    Bi heman mijarî:

    Hevdîtina Erdogan û Trump di 16ê Gulanê de ye
    Pisporê Rûsî li ser çekdayîna YPGê: Trump jî Erdogan jî tawîzê nadin hev
    'Dibe ku Trump beriya serdana Erdogan biryarnameya çekdayîna YPGê erê bike'
    Çavuşoglu: Berî Zîrweya NATOyê wê Erdogan û Trump hevdîtinekê pêk bînin
    Trump ji ber serkeftina referandûmê Erdogan pîroz kir
    Endamê Trump yê Balyozxaneya YEyê Malloch: Wê Trump û Erdogan pir li hev bikin
    Etîketan:
    CHP, Veli Agababa, Meletî, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de