08:31 13 Kanûn 2017
Zindî
    Dersîm

    Hestiyên kurê Kemal Gun dê radestî wî bikin

    © Sputnik/ Olcay Çelik
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 11

    Hestiyên kurê Kemal Gunê ku ev 83 rojên di greva birçîbûnê de bû, dê radestî malbata wî bê kirin.

    Serokê Baroya Dêrsimê Bariş Yildirim ji rojnameya Evrenselê re axivî û ragihand k udi encama hevdîtina bi Walîtiya Dêrsimê re, hestiyên mirovan ku li cihê bûyerê hatine dîtin dê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve rasdetî şaredariyê bike û piştre jî dê bo definkirinê bidin Kemal Gun. Lê Walîtiyê eşkere kir ku malbat hestiyan li ku defên bikin dê bi awayekê fermî ji rayedaran re ragihînin.

    Kemal Gunê 70 salî ji bo hestiyên kurê xwe Murat Gun bistîne ev 83 rojên dest bi greva birçîbûnê kiribû.

    ÇI BIBÛ

    Di encama bombardûma balafirên şer ên Tirkiyeyê ya li herêma di navbera Çat û navçeya Xozatê de 11 endamên Partiya Rizgariya Gel a Şoreşger/Cepheyê (DHKP-C) jiyana xwe ji dest dabûn û piştî otopsiye jî li bajarê Meletî li goristana bêkesan hatibûn definkirin. Yek ji wan jî kurê Kemal Gun, Murat Gun bû.

    Bi heman mijarî:

    Zavayên Trump û Erdogan, dewletên wan bi rê ve dibin
    'Bila dewlet arşîvên xwe veke'
    Ûkraynayê mueydeyên xwe li ser Rûsyayê berfireh kirin
    YPJê dîmenên lehenga tebqayê Berfin Xemgînê weşandin
    ‘Erdogan li Amerîkayê û nûnerê Trump jî li Kobaniyê ye'
    Etîketan:
    birçîbûn, grev, radest, hestî, Evrensel, Bariş Yildirim, Kemal Gun, Dêrsim, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de