07:50 12 Kanûn 2017
Zindî
    Heyeta HDPê

    HDP ji bo hevserokên girtî li Ewropa ye: Pêşî li vê bêhiqûqiyê bigirin

    © Foto: HDP-Navend
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 60

    Heyeta HDPê ji bo balê bikşîne ser parlamenter û hevserokê girtî yên partiyê li devê avahiya Dadgeha Mafê Mirov a Ewropayê (DMME) çalekiyek li dar xist.

    Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş jî di nav de niha 10 parlamenterên partiyê girtî ne. HDP berê jî ji bo girtibûna Yuksekdag û Demirtaş serî li DMMEyê dabû.

    Heyeta ku ji Parlamenterê Riha û berdevkê HDPê Osman Baydemir, Parlamentera Amedê Feleknas Uca, Parlamenterê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu û ji Parlamenterê Mêrdîne Mithat Sancar pêk dihat ji bo balkişandina ser parlamenterên girtî yên HDPê li Fransayê li devê avahiya DMMEyê çalekiyek li dar xistin.

    ‘PARLAMENTER Û ŞAREDAR NÛNERIYA 6 MILYONAN DIKIN'

    Berdevkê HDPê Baydemir di axaftina xwe de bal kişand ser girtina parlamenter û şaredaran û got: "Parlamenter û şaredarên ku girtîne nûneriya 6 milyon însanan dikin. Hemû maf û azadiyên ku ji terefê Peymana Mafê Mirov a Ewropayê ve hatine parastin li Tirkiyeyê di binê êrîşan de ye. Nîşaneya ve ya herî mezin jî nebûna hevserok û parlamenterên HDPê li parlamentoyê ye.Derengmayîna edaletê dibe zirareke ku telafiya wê ne gengaz be bi xwe re bîne. Banga min ji dadgehê ku van serlêdanan bi şêweyî lezgînî bidin encamdan."

     

     

    Bi heman mijarî:

    HDP: EV 94 sal in, fişarên li ser zimanê kurdî dewam dikin
    HDP: Bêrêzîya li Ataturk nayê qebûlkirin
    ‘Pêkan e HDP û CHP tifaq pêk bînin'
    HDP Deniz Gezmiş û hevalên wî bibîr anî
    AKP, HDP û MHP wê kongreyên xwe di heman demê de li dar bixin
    Etîketan:
    Heyeta HDPê, Dadgeha Mafê Mirov a Ewropayê (DMME), Feleknas Uca, Osman Baydemir, Ertugrul Kurkçu, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de