18:47 21 Hezîran 2018
Teqîn - şewat

Li avahiyên TOKÎ yên Antalyayê teqîn: 2 kuştî

© AFP 2018 / AMINU ABUBAKAR / Arşiv
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku îro berê sibehê li taxa Çiplakli ya avahiyên TOKÎ yên Antalyayê teqîn pêk hat, di teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Teqîn îro berê sibehê seet li derdora 06.00an li taxa Çiplakli ya navçeya Doşemealtiya avahiyên TOKÎ ya Antalyayê li Bloka CY7 li qata 5an pêk hat.

Piştî teqînê zirareke mezin li avahiyê çebû û yek jê jin du kesan jiyana xwe ji dest da. Herwiha piştî bihîstina denge teqînê gelek polîs, wesayîta agirkuj, tîmên tendirustî û ambulans çûne cihê bûyerê.

Midûrê Ewlehî yê Antalyayê Celal Uzunkaya di axaftina xwe de got: "Dibe bûyer ji sedema teqîna tup an jî tiştekî din qewumî be. Niha cesede jin û mêrekî heye. Girêdana wê ya terorê tuneye. Lêkolîna me ya berfireh dewam dike."

Bi heman mijarî:

TOKİ: "Em ê dîwarê sînor ê Sûriyeyê di nava 2-3 mehan de biqedînin"
Dîsa li kampa sînor a penaberan teqîn: 10 kuştî û gelek birîndar
Li Şirnexê teqîn: Leşkerên birîndar hene
Li Bexdayê teqîn: 6 kesan can da 13 kes birîndar bûn
Di depoya çekan a YPGê de teqîn: birîndar hene
Li Meksîkayê di depoya fîşekên hewayî de teqîn: 14 kuştî û 22 birîndar
Etîketan:
Li Antalyayê di apartmanekê de teqîn pêk hat, Midûrê Ewlehî yê Antalyayê, Celal Uzunkaya, Antalya, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de