15:35 21 Hezîran 2018
Qezaya trafîkê

Li Marmarîsê wesayîta turîstan qulibî: 23 mirî û 11 birîndar

© REUTERS / Sam Mircovich
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Hat ragihandin ku li navçeya Marmarîs a Muglayê wesayîta turîstan vîraja xwe nestand û qulibî. 23 mirî û 11 birîndar.

Li gorî zanyariyên berdest, wesayîta turê ya turîstan li ser rêya serekê ya Marmarîsê li herêma ‘Sakar Geçidi' vîraja xwe nestand û qulibî.

Li gorî çavkaniyên herêmî tê gotin ku di bûyera qezayê de gelek mirî û birîndar hene, tîmên tendirust, wesayîtên agirkuj û ambulans sewkî herêmê hatine kirin.

Waliyê Muglayê Amir Çiçek di daxuyaniya xwe de ragihand ku di bûyera qezayê de 23 kesî jiyana xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku turîstên di wesayîtê de hemû yên tirk in.

Bi heman mijarî:

Di qezaya trafîkê de 20 zarokên xwendevan jiyana xwe ji dest da
Li Dîlokê qezaya trafîkê: 5 mirî û 6 birîndar
Di qezaya li Zêtkaya navçeya Agiriyê, ji malakê 7 jin û zarok birîndar bûn
Li Enqereyê qezaya trafîkê: 5 mirî 1 birîndar
Cenazeyên welatiyên rûsî yên ku di qezaya helîkopterê de miribûn gihîşt St.Petersburg ê
Etîketan:
17 mirî û 13 birîndar, Wesayîta turîstan qeza kir, Waliyê Muglayê, Amir Çiçek, Mugla, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de