13:23 21 Hezîran 2018
Artêşa Tirkiyeyê

Cendirme û polîsên tirk bi şaşî şer kirin: Kuştî û birîndar hene

© AP Photo / AP Photo
Tirkiye
Lînkê kurt
0 100

Li gorî îdîayan polîsên taybet dema li Zozanê Çardak ê navçeya Hassaya Hatayê dewriye digeriyan cendirme bi şervanên PKKê şaş kirin û gule berdane wan.

Li gorî zanyariyên berdest, polîsên taybet dema li Zozanê Çardaka Hatayê dewriye digeriyan cendirme şibandin şervanên PKKê û êrişî wan kirin. Di bûyerê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da û leşker û polîsek jî birîndar bûn.

Polîsên taybet li Zozanê Çardaka Hatayê ji bo endamên PKKê derketibûn operasyonê, polîsan bi termal kamerayê tevgerek ferq kir û li herêma Domuzdami kemîn li pêşiya wan danî. Di heman demê de cendirmeyan jî ji bo operasyonê derketibûn wê herêmê. Polîsan cendirme şibandin şervanên PKKê û êrişî wan kirin.

Di êrişê de cendirmeyan jî bersiv da û di nava herdu hêzên ewlehî de şer û pevçûn derket. Di şer û pevçûnê de serbaz Niyazi Elçin li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û leşker û polîsekî taybet jî birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Hatayê û li gorî agahiyên derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Bi heman mijarî:

Ji Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan hezar û 218 kes hatin îxraçkirin
PKKê êrîşî qereqola cendirmeyan kir
Ala: "Em ê Fermandariya Cendirmeyan bi Wezareta Navxweyî ve girêdin"
Êrîş li qereqola cendirmeyan hat kirin
PKK li Wanê êrişî qerekola cendirmeyan kir
Li dijî qereqola cendirmeyan êrişa moşekî
Etîketan:
Cendirme û polîsên taybet şer kirin, Kuştî û birîndar hene, Niyazi Elçin, Hatay, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de