04:51 26 Sibat 2018
Zindî
    Erdhej

    Li Erzeromê erdhejeke bi pileya 4.9an çêbû

    © AFP 2018/ Richter magnitude scale
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20

    Li navçeya Erzeromê Aşkalayê bi dijwariya 4.7an erdhejekê rû da.

    Hat ragihandin ku li gor pîvandina Rictherê bi pileya 4.9an erdhejekê li navçeya Azîzîye ya bajarê Erzeromê rû da.

    Li gor zanyariyên destpêkê, di erdhejê de ti ziyaneke madî û canî çênebûye.

    Enstîtuya Vekolînên Erdhejê ya Çavderxaneya Kandillî ya Zanîngeha Bogazîçîyê diyar kir ku navenda erdhejê, taxa Halîlkaya navçeya Azîzîye ye û erdhejê li demjimêr 20.58an rû daye.

    Erdheja li 2.7 kîlometran kûrahîya erdzemînê rû daye ji xeynî navenda bajêr li navçeyên din jî hatiye hîskirin. Erdhej li bajêr bû sedema panîkê ku hemwelatî derketin kuçeyan.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê êriş li dijî DAIŞê li Dêra Zorê da destpêkirin
    Sedema hildana ala Rûsyayê li Efrînê diyar bû
    Rûsya: Dubendiyên Rojavayîyan hewlên têkoşîna terorê têk dibin
    Pûtîn: Piştgiriya me bo destpêkirina diyalogên di navbera Filistîn û Îsraîlê dê dewam bike
    Bizavkarê Kurd Kebûdwend piştî 10 salan tê azadkirin
    Etîketan:
    Erdhej, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de