18:02 22 Sibat 2018
Zindî
    KCD, DBP, KJA

    Di operasyona polîsan de Hevserok û birêveberên DBPê hatin desteserkirin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Li Wanê polîsan di heman demî de li gelek cihan operasyon meşandin. Polîsên girêdayî Emniyeta Wanê vê sibehê avêt bi ser avahiya DBPê ya bajêr de. Hevserokê DBPê Ahmet Aygun, Berdevkê KCDê Ramazan Duman, hevserokê berê yê TUYAD-DERê Aynur Bagiş jî tê de bi giştî 12 hatin desteserkirin.

    Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin polîsên girêdayî Emnîyeta Bajêr ya Wanê vê sibehê di heman demî de avêtin bi ser avahiya DBPê ya Wanê û di nav avahiyê de lêgerîn kirin. Polîsan her wiha li gelek malên DBPyiyan de jî lêgerîn kirin û Hevserokê Partiyê Ahmet Aygun jî di nav de 12 kesan desteser kirin.

    Berdevkê KCDê ya Wanê Ramazan Dûman,Hevseroka berê ya TUYAD-DER a Wanê Aynur Bagiş, rêveberê bajêr Necmî Varhan jî di nav kesên hatine desteserkirin de ne. Ahmet Aygun, Bariş Koyun, Ilyas Başak, Ekin Dersim Ak, Ramazan Duman, Aynur Bagiş, Ahmet Necmî Varhan, Şehît Yaruk û Muyesser Çelîk jî di van serdegirtinên mal û avahiyên DBPê de hatine desteserkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li dijî DAIŞê operasyon: 25 kes hatin desteserkirin
    Li Zanîngehê operasyon: 72 kes hatin binçavkirin
    Li Afganistanê operasyon: 18 kuştî û 29 birîndar
    Li Midûriyeta Ewlehî operasyon: 9 hezar û 103 polîs ji kar hatin dûrxistin
    Li dijî Midûriyeta Polîsan operasyon: 803 kes hatin binçavkirin
    Li Edeneyê operasyon: 30 kes hatin binçavkirin
    Artêşa tirk: Hedefên me cih de bûn dê operasyon berdewam bikin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de