21:17 18 Sibat 2018
Zindî
    zêr - pere

    Di çenteyê pîra 74 salî ku di otobusê de ji bîr kir ‘serwet' derket

    © Sputnik
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20

    Ji çenteyê pîra 74 salî ku li Mêrsînê bi kurê xwe yê kêmendam re di otobusê de ji bîr kiribû ‘serwet' derket.

    Pîra Zekiye ya li Navçeya Sûrê
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Berpirsên şaredariyê ku çente dîtin û ji bo kontrolê vekirin şaş man, ki çenteyê pîra 74 salî ya bi navê S.I. 170 hezar û 320 lîrayê tirkî û buhayê 50 hezar lîrayî jî zêr û zeger derketin.

    Li gorî zanyariyên berdest pîra 74 salî ya bi navê S.I bi kurê xwe yê kêmendam re ji navçeya Yenişehirê ji bo ku here taxa Mehricanê li otobusa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê ku ajovanê wê Emrah Gultekîn bû siwar bû. Piştî demekê otobusê arîze derxist û ajovanê otobusê rêwî li wesayîteke din siwar kirin.

    Ajovan Gultekin dema hemû rêwî li wesayîta din siwar kirin çenteyek dît û bir teslîmî berpirsên Midûriyeta Şaxa Îkmal a Makîne ya Şaredariyê kir. Dema berpirsên şaredariyê ji bo kontrole çente vekirin şaş man û polîs agahdar kirin. Bi çavdêriya polîsan pereyên çebte hatin jimartin û di çente de tam 170 hezar û 320 lîra, 18 çarîk, 2 kolye, bazin û gustîlên zêr ku buhayê wan 50 hezar bû zêr û zeger derketin.

    Rayedarên şaredariyê bi çavdêriya polîsan çenteyê ku pere û zêr têde bûn teslîmî xwediyê wê pîra 74 salî S.I. kirin.

    Bi heman mijarî:

    Li navçe û navenda Colemêrgê jiyan rawestiya
    Li Stenbolê berfê jiyan serobin kir
    Li Amedê jiyan rawestiya
    Mele Mehmûdê Bazîdî: Jiyan û xebat
    `Xîbakusiya` 70 sal di navbera jiyan û mirnê de`
    Etîketan:
    Ji çenteyê ku di otobusê de hatibû jibîrkirin serwet derket, Emrah Gultekîn, Tirkiya, Mêrsîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de