00:50 24 Hezîran 2018
Kemal Kiliçdaroglu

Kiliçdaroglu: Dixwazin di nava CHPê de şer derxînin, neyên lîstikê

© AFP 2018 / ADEM ALTAN
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu rêvebirên partiyê hişyar kirin û ragihand ku dixwazin di nava CHPê de şer derxînin, divê hevalên me neyên lîstikê.

Li gorî nûçeya Rifat Başaranê rojnameya Hurriyetê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di Lijneya Rêvebir a Navendî de rêvebirên partiyê hişyar kirin û ragihand ku hinek derdor dixwazin di nava CHPê de şer derxînin, lê divê hevalên me neyên lîstikê.

‘DEMORASIYÊ ŞANÎ WAN BIDIN'

Kemal Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em ê di pêvajoya kongreya awarte de bi edalet bin. Bêyî ku em di bin bandora tu tiştî de bimînin em ê kongreyê encam bidin. Demokrasiya ku me ji Tirkiyeyê re wehd kiriye pêşî em ê di nava xwe tetbîq bikin. Bêyî şer û pevçûn, di şertên wekhevî û bi coşî em ê kongreya xwe li dar bixin. Di 16ê Nîsanê de li hemberî dizî û xespê jî dîsa ji bo pêşeroja Tirkiyeyê hêvî zêde bûn. Derket holê ku digel hemû tehdîd, reşkirin û manîpulasyonê jî beşeke bi demokrasiyê bawer heye. Berpirsyariya herî mezin dikeve ser mile CHPê. Hinek derdor dixwazin di nava CHPê tim şer û pevçûn hebe. Divê hevalên me neyên vê lîstikê û nekevin van xefkan. Divê em ji vir û pê ve baldartir bin."

Bi heman mijarî:

Kiliçdaroglu: Hevalên me yên parlamenter têne leystoka qesrê
Kiliçdaroglu: Ew çi dibêjin bila bêjin, em ê li mafê xwe bigerin
Kiliçdaroglu: Em hilbijartinê nasnakin divê dubare bibe
Ji Ahmet Hakan bo Kiliçdaroglu: Bêkêr e
Kiliçdaroglu: YSK referandûm kir mijara nîqaşan
Etîketan:
Serokê Giştî yê CHPê, Kemal Kiliçdaroglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de