08:47 22 Hezîran 2018
Mûş - wesayîta polêsan - leşker- polêsên tirk

Li Mûşê li 21 herêman qedexeya derketina derve

© Sputnik /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku li Mûşê berî operasyonên leşkerî li 21 herêman qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Mûşê, berî operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê li hemberî rêxistinê li 21 tax û gundên herêmê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Li gorî zanyariyan hinek rêyên sereke yên herêmê jî ji trafîkê re hatin girtin.

Li herêmê hetanî operasyona leşkerî bidome wê qedexeya derketina derve jî bidome. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de got: "Ji bo ewlehiya can û malê hemwelatiyên me ji 11ê Gulana 2017an seet 03.30an pê ve gund û taxên navçeya navendî yên Alaniçi, Kayalisu, Yilmaz, Ortulu, Buyukler, Dalakulig, Licik, Breş, Malaali, Geliyahacike, Yildizli, Buğdayli, zozanê Bilhiddinê, zozanê Reylimê, Yamaç, zozanê Pekutê,Kazmadağ, Nasırkan, Keranahisk, Zeydo û li herêma çiyayê Kopezerê ji ber operasyona leşkerî qedexeya derketina derve hatiye ragihandin

Walîtiyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku wê li veqetandekên taxa Kurtuluş, gundê Eralan, Gurgur û Ulukaya ya rêya Mûş û Qulpê noqteya ewlehiyê were avakirin dê trafîk dualî were girtin.

Bi heman mijarî:

Qedexeya rengên Kesk û Sor û Zer ket rojeva meclîsa tirk
Li 16 herêmên Amedê qedexeya derketina derve hat ragihandin
Li 7 taxên Mêrdînê qedexeya derketina derve
Li 14 tax û gundên Darahênê qedexeya derketina derve
Li navçeya Tetwanê qedexeya derketina derve hat ragihandin
Etîketan:
PKK, Qedexeya derketina derve, Walîtiya Mûşê, Mûş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de