01:01 18 Çile 2018
Zindî
    Idris Baluken

    Baluken: Ez û misteşarê MÎTê bi hev re beşdarî civîna xweseriyê bûn

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Parlamentarê HDPê yê Amedê Îdrîs Baluken bi rêya platforma dengî û dîmenî (SEGBİS) ji girtîgeha Sîncanê beşdarî danişîna dadgehê ya li Amedê birêveçû bû.

    Parlamentarê HDPê Îdrîs Baluken 4ê Mijdara 2016an hatibû girtin û piştî serbest berdana bi şertê kontrola edlî li 30yê Rêbendanê, li ser îtiraza dozgeriyê dîsa hatibû girtin.

    Baluken di rûniştina dadgehê de ku bi rêya SEGBİSê beşdarî kir de, li ser tawanbariyên beşdarbûna wî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) got ku ew digel misteşarê MÎTê anku serokê îstixbarata Tirkiyê beşdarî civînên Xweseriya Demokratîk bûye.

    'BEŞDARÊ GELEK CIVÎNÊN TAYBET ÊN DEWLETÊ BÛME'

    Baluken li ser mijarê wiha bersiv da pirsên dadger: "Ez digel misteşarê MÎTê beşdarî civîna KCDê ya ku xweseriya demokratîk dihat nîqaşkirin bûm. Me li dema civîne xwarin bi hev re xwar û gotûbêj kir. Ev misteşarê berê yê MÎTê ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Ev çawa dibe çalakiyeke derqanûnî ku digel misteşarê MÎTê beşdar bûme. Min li parlamenê gelek axaftin li ser xweseriya demokratîk kirine ku hejmara wan nizanim. Heta parlamentarên MHPê yek ji wan axaftina min pîroz kiribûn."

    Îdrîs Baluken di axaftina xwe ya dadgehê de bi bîr xist ku ew beşdarî gelek civînên taybet ên bi rayedarên paye bilindên dewletê re bûye û lê paşê jî armanca ew bûye ku pêvajoya çareseriyê were bidawîkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Behra Spî felaketa penaberan: 11 kesan can da
    Necmedîn Kerîm: Armanca êrîşa Kerkûkê Amerîkî bûn
    Baxçeya gorên 4 hezar salî li Misrê hat dîtin
    DAIŞ ji Bendava Firatê ve êrişî HSDê dike
    Ji bo parlamentara HDPê Konca biryara girtinê
    Keçekê ji Einstein û Hawking zîrektir li Brîtanyayê hat dîtin
    Etîketan:
    Baluken, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de