07:05 23 Çile 2018
Zindî
    CHP mitingi

    ‘Pêkan e HDP û CHP tifaq pêk bînin'

    © AFP 2018/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 22

    Parlamenterê CHPê Aytug Atici ragihand ku hemû cureyên tifaqê di prensîbên bingehîn de dibe pêk bên, wekî ku Demirtaş diyar kiribû, "Kesên ku gotin Erê divê bo cepheya demokrasiye bên qanekirin û piştî li ser bingehê rêgezê bigihêjin hev, nav dê wateya xwe ji dest bide".

    Selahattin demirtaş
    © REUTERS/ Umit Bektas
    Parlamenterê CHPê destnîşan kir ku hemû cureyên tifaqê, "Encamên pêwistiya demikrasiyê û daxwaza jiyandina bi hev re ye, lê tenê rê ew ku berjewendiyên kesane û partiyan cih negirin e."

    Atici got: "Tifaqên li gorî berjewendiyên kesena û partiyan dê biser nekevin û dê zerarê bîne. Divê mijarê de divê em li tifaqên fireh bigerin. Wekî ku Demirtaş got: Kesên ku gotin Erê jî divê bo cepheya demikrasiyê bên qanîkirin."

    ‘TIFAQ DI NAVBERA HDPê CHPê DE PÊKAN E'

    Atici bersiva pirsa gelo nêzîkî di navbera HDPê û CHPê de çêbibe an ne jî got: "Hemû cureyê tifaqên li ser bingehê rêgezê pêkan in. Atici hevkariya siyaseta kurd û CHP û SHPê yê berê bibîr xist û diyar kir ku tifaq nayê wateya binpêkirina prensîbên bingehîn.

    Bi heman mijarî:

    Destûra serdana Demirtaş nedan parlementerên HDPyî
    Ahmet Yildirim li parlamentoyê helbesta Demirtaş xwend
    Doza derbarê Demirtaş de hatibû vekirin, ji ber 'parlementeriya' wî hat betalkirin
    CHP bo êrişa Şingalê: Pêngaveke derengmayî û erênî ye
    CHP: Dibe em ji parlamentoyê vekişin
    Etîketan:
    bingeh, Demokrasî, pêkan, tifaq, Selahattin Demirtaş, Aytug Atici, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de