16:40 27 Gulan 2018
Garo Paylan

Destûra serdana Demirtaş nedan parlementerên HDPyî

© REUTERS / Stringer
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku destûra hevdîtinê nedan parlementerên HDPê yên ku xwestin serdana Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş yê ku di Girtîgeha Edirneyê de girtiye bikin.

Selahattin demirtaş
© REUTERS / Umit Bektas
Parlementerê HDPê yê Stanbolê Garo Paylan û yê Dêrsimê Alican Onlu îro ji bo serdana Demirtaş û Parlementerê HDPê yê Colemêrgê  Abdullah Zeydan  yên ku li Girtîgeha Tîpa F ya Edirneyê bikin çûn bajarê Edirneyê.

Lê serdan ji ber nebûna destûra Wezareta Karên Dadê hate astengkirin. Paylan bertek da vê yekê û got divê hemû kesên hilbijartî yên girtî azad bin.

Bi heman mijarî:

Ahmet Yildirim li parlamentoyê helbesta Demirtaş xwend
Doza derbarê Demirtaş de hatibû vekirin, ji ber 'parlementeriya' wî hat betalkirin
Helbesta Demirtaş hate qedexekirin
Çîroka nû ya Demirtaş: Serperî
Dadgehê ji bo doza axaftina 7 sal berê ya Demirtaş biryar da
Etîketan:
astenkirin, paylan, serdan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de