14:50 24 Çile 2018
Zindî
    jin-tundîya li hember jinê-tundî

    Ji bo zilamê ku hewî anî ser jina xwe cezayê girtîgehê tê xwestin

    © AP Photo/ Arşiv
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dadgeha Bilind biryara beraatê ya mêrê ku hewî aniye ser jina xwe bi hinceta "muameleya xerab ya li dijî merhamet û hezkirinê" xira kir û daxwaza cezayê girtîgehê kir.

    Bûyer di sala 2011an de li bajarê Mereşê qewimî. Navbera jin û mêrên bi navê V.Ç. Û D.Ç xerab bû. li ser vê yekê V. Ç hewî anî ser jina xwe û xwest ku ew hemû li nava malekê de bijîn.

    Li ser vê yekê jina bi navê D.Ç. ya ku hewî hate serê giliyê hevjînê xwe kir.

    DADGEHÊ BIRYARA BERAATÊ DA

    Li ser gilî Serdozgariya Komarê ya Mereşê derbarê V.Ç de lêpirsîn vekir û ji ber ‘muameleya nebaş' derbarê wî de doz hate vekirin. Lê dadgehê biryara beraata V.Ç da.

    DADGEHA BILIND BIRYARÊ BETAL KIR

    Dadgeha Bilind biryara dadgeha herêmî betal kir û ji ber sedemên çêr, tehdît, muameleya nebaş û anîna hewiyê û têsîra wê ya li ser psîkolojiya jina bi navê D.Ç daxwaza ji 2 mehan heta salekê sizayê girtîgehê kir. Biryar ji bo heman bûyeran dê bibe mîna.

    Bi heman mijarî:

    Parlamentarê Ewropî: Jin ji mêran lawaztir û ne jîr in, divê kêmtir qezenc bikin
    ‘Birêvebirina saziyên jinan ya ji aliyê mêran ve dibe ku bibe sedema kuştina jinan'
    Jinên Siûdî li dijî qanûna deshilatiya mêran kampanya dan destpêkirin
    Kovara Mêran Maxîm jina herî bedew ya Rûsyayê hilbijart
    Muxtara jin ya yekem ya Agiriyê: Ez ji neçarî cilên mêran lixwe dikim
    Li Mêrdînê hovîtiya mêran: 3 kes hatin kuştin
    Etîketan:
    hewî, jin mêr, dadgeha bilind
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de