01:13 23 Çile 2018
Zindî
    Girtîgeh / Zindan

    Li girtîgeha Denizliyê di navbera mehkûmên qîz û gardiyanan de şer

    © Sputnik/ Ivan Rudnev
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî zanyariyên berdest, li girtîgeha jin û zarokan a navçeya Bozkurta Denizliyê di navbera mehkûmên zarok û gardiyanan de şer û pevçûn derket.

    Li girtîgeha jin û zarokan a navçeya Bozkurta Denizliyê di navbera mehkûmên zarok ên keç û gardiyanan de şer û pevçûn derket. Di şer û pevçûna zarokên keç û gardiyanan de 7 girtî birîndar bûn. Bi mudaxeleya hêzên ewlehî şer û pevçûna li girtîgehê hat sekinandin.

    Li gorî nûçeya rojnameya Şûjinê li girtîgeha navçeya Bozkurt a Denizliyê di navbera mehkûmên 15-18 salî û gardiyanan de şer derket û di encama şer de çend mehkûmên zarok birîndar bûne û ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya navçeyê. Waliyê Denizliyê Ahmet Altiparmak di axaftina xwe ya derbarê bûyerê de got: "Di navbera mehkûmên zarok û gardiyanan de gengeşî derket. 7 zarok bi sivikatî birîndar bûn û ji tedbîrê ji kontrola tendirustî derbas bûn û rewşa baş e."

    Ahmet Altiparmak di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî gengeşiya navbera mehkûm û gardiyanan hêzên ewlehî mudaxele kirin û niha rewş aram û tu pirsgirêk tuneye. Serdozgeriya Komarî ya Çardakê derbarê bûyeran de lêpirsîn da destpêkirin û psîkologê girtîgehê jî ji bo mehkûman hat şandin."

    Bi heman mijarî:

    Buldan: Cihê parlamentaran ne girtîgeh in, parlamento ye
    Sizaya ateîzmê li Erebistanê Siûdî: 2.000 qamçi û 10 sal girtîgeh
    Cezayê gumanbarê Mutlu Kayayê diyar bû: 15 sal girtîgeh
    Qamişlo tê topbarankirin û YPGê girtîgeh rizgar kir (HAT NÛKIRIN)
    Etîketan:
    Li girtîgeha Denizliyê di navbera mehkûmên qîz û gardiyanan de şer, Waliyê Denizliyê, Ahmet Altiparmak, Denizli, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de