14:53 24 Çile 2018
Zindî
    Kerem Sevinç

    Polîsan bi ser mala mûzîsyenê kurd Kerem Sevinç de girt

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Mûzîsyenê kurd Kerem Sevînç li ser hesaba xwe a Twitterê peyamek nivîsand û ragihand ku, polisan avêtine ser mala wî û di mala wî de lêgerîn dikin.

    Mûzîsyênê kurd Kerem Sevinç ku mala wî li Amedê ye, ji aliyê tîma li dijî terorê yên Midûriyeta Emniyeta Amedê ve hat serdegirtin. Mûzîsyen Sevînç li ser hesaba xwe ya twitterê peyamek nivîsand û got ku, polîsan di mala wî de lêgerînê dikin û ji ber sedemek nayê zanîn ku di derheqe wî de biryara desteserkirinê heye.

    Kerem Sevînçê ji Amedê ye di gel xebatên mûzîkê her wiha mamostayê erdnasîyê ye. Albûma wî ya yekem di sala 2010an de bi navê "Lome" û di sala 2016an de ji albûma wî ya duyêm " Dêj" derketibû.

     

    Bi heman mijarî:

    Aynur Dogan xelata herî bi prestîj ya Enstîtûya Mûzîka Akdenîzê werdigire
    Dengê mûzîka ermenîyên Anatoliyayê Ûdî Yervant: Ji efsûn û zimanê stranan netirsin
    Pûtîn: “Ji bo ku em li ber mûzîka biyanî reqsê bikin zor ceribandin”
    Konsera Xelatên mûzîka Amerîkayê
    Etîketan:
    Kerem Sevinç, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de