14:30 26 Gulan 2018
Artêşa Tirkiyeyê - leşkerên tirk - tanka tirk

‘Dibe ku operasyona li dijî YPG piştî meha Ramazanê dest pê bike'

© Sputnik / Hikmet Durgun
Tirkiye
Lînkê kurt
0 26

Hat îdîakirin ku Artêşa Tirk ji niha de planek dike ku piştî meha Remezanê operasyoneke berfireh a leşkerî li dijî YPGê çêke.

Li gorî nûçeya rojnameya binavê Karar piştî gotina Serokomarê tirk Erdoganî ya wek;'Emê şevekê ji nişka ve bên' di nav Artêşa tirk de jî amadekarî dest pê kirine. Her wiha rojnameyê bal dikişîne ser çavkaniyên xwe yên li herêmê û dibêje:" Artêşa tirk gotiye planên me amade ne." rojnameyê ji bo dîroka êrîşa Artêşa tirk amaje bi piştî Remezanê dike.

Di nûçeya Kararê de tê gotin ku piştî ku Tirkiye Minbîcê wek hedef nîşan da leşkerên Rûs û yên amerîkî ketine pêşbirkê ku her yek ji wan bi şervanên YPGê de fotografan dikişînin. Lê ev dîmen ji bo guhertina qerara Tirkiyeyê têrê nekirin. Karar nûçeya xwe spart çavkaniyên xwe yên leşkerî yên li Herêmê û wiha got:"Planên piralî yên ku korîdorên YPGê hedef digirin amade ne. Lê hêj dîroka êrîşê ne diyar e. Tê xwestin ku operasyon piştî meha Ramazanê bê destpêkirin.

Bi heman mijarî:

YPG: Me balafira keşfê ya artêşa tirk xiste xwarê
PYD- YPG xwest ku herêmên ji firînê re qedexe, bên îlankirin
YPG hejmara êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava eşkere kir
YPG ji ber Recim Silêbê Tirkiyeyê sûcdar kir
YPG:Emê bi awayekî tund bersiva êrîşên Artêşa tirk bidin
YPG: ‘Di êrîşê de 20 şervanên me jiyana xwe ji dest dan'
Erdogan: Em ê nehêlin, YPG û PYD dewletekê ava bikin
Etîketan:
YPG, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de