23:36 21 Gulan 2018
    Kemal Kiliçdaroglu

    Kiliçdaroglu: Hevalên me yên parlamenter têne leystoka qesrê

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di civîna partî ya ji bo îxraçkirina Fikri Saglar de gotiye: "Hevalên me yên parlamenter têne leystoka qesrê."

    Piştî Parlamenterê CHPê yê Mêrsînê Fikri Saglar di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Akşamê de Kiliçdaroglu rexne kir, duhî meclisa partiyê bi daxwaza îxraçkirina Saglar civiya bû û biryara îxraçkirinê hatibû deranîn.

    Li gorî nûçeya Ozlem Akarsuya rojnameya Duvatê, Kemal Kiliçdaroglu di civîna Meclisa Partî ya CHPê de daxuyaniyên Fikri Saglar, Muharrem Înce û îstîfaya berdevkê partiyê Selin Sayek Boke nirxand û got: "Qesra Serokomariyê pê li bişkokê kir û hinek hevalên me yên parlamenter jî hatin leystokê." Herwiha Kiliçdaroglu hevpeyvîna Saglar ya rojnameya Akşamê jî rexne kir.

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu: Ew çi dibêjin bila bêjin, em ê li mafê xwe bigerin
    Kiliçdaroglu: Em hilbijartinê nasnakin divê dubare bibe
    Ji Ahmet Hakan bo Kiliçdaroglu: Bêkêr e
    Kiliçdaroglu: YSK referandûm kir mijara nîqaşan
    Kiliçdaroglu: Bila îspat bikin ez ê îstîfa bikim
    Kiliçdaroglu: Herkes here sindoqê wê ‘na' bi ser bikeve
    Etîketan:
    Serokê Giştî yê CHPê, Piştî Parlamenterê CHPê yê Mêrsînê, Fikri Saglar, Kemal Kiliçdaroglu, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de