02:49 18 Çile 2018
Zindî
    Qedexeya derketina derve, rewşa awarte, tanka leşkerî

    Li 16 herêmên Amedê qedexeya derketina derve hat ragihandin

    © AP Photo/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Li gorî zanyariyên berdest, li 16 gund û herêmen girêdayî navçeyên Licê û Hênê yên Amedê qedexeya derketina derve hat ragihandin.

    Li gorî daxuyaniya Walîtiya Amedê, ji bo operasyonên leşkerî li 16 gund û herêmên girêdayî navçeyên Licê û Hênê yên Amedê qedexeya derketina derve hat ragihandin.

    Walîtiyê di daxuyaniya xwe de got: "Li çiya û çolterên navçeyên Licê û Hênê ji bo îmhakirina depo, baregeh û stargehên rêxistinê wê operasyona leşkerî were lidarxistin. Li herêma ku wê operasyon were îcrakirin ji bo can û malê welatiyan ku zirarê nebînin li gundên Abalı, Birlik, Şenlik, Erginkoy, Tuzlakoy, Çeper, Ecemiş, Daralan û Durukoya girêdayî Licê û li gundên Serenkoy, Uzunlar, Yukariturali, Kalaba, Topçular, Akçayurt û Kaledibi yê Hênê ji 8ê Gulanê 2017an seet ji 05.00an pê ve qedexeya derketina derve hatiye ragihandin."

    Bi heman mijarî:

    Li 25 herêmên Colemêrgê qedexe hat ragihandin
    Soylu: Min ji walî re got vê strana ‘Bêjin Na' qedexe bikin
    Walîtiya Amedê çalakiya 8ê Adarê qedexe kir
    Walîtiya Wanê ji bo 30 rojî hemû çalakî û meş qedexe kir
    Waliyê Edeneyê 7 cihên navendî ji bo çalakiyan qedexe kir
    Etîketan:
    Qedexeya derketina derve, Walîtiya Amedê, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de