21:40 21 Çile 2018
Zindî
    Tirkiye li sînorê Îranê jî dîwar ava dike

    Tirkiye li sînorekî xwe yên din jî dîwar ava dike

    © REUTERS/ ÜMİT BEKTAŞ
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Li gorî nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi Tirkiye wê li sînorê xwe û Îranê dîwarekî çêbike.

    Nivîskar Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de got: "Piştî referandumê bûyerên ku di siyasetê de diqewimin bi baldarî têne şopandin. Dizwazim 24 seetan navberekê bidim siyasetê û pêşveçûnên k udi tekoşîna terorê de dibe ez wan bigihînim we. Tirkiye bi êrişa terora nesla nû re rûbirû ye. Ji bo bergiriyên nû yên tekoşîna terorê ez bi kesekî paye bilind re axivîm."

    Abdulkadir Selvi di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Tirkiye ji bo ku rê li ber êrişên xwekujî û çalakiyên bombeyî yên PKK û DAIŞê bigire li sînorê xwe û Sûriyeyê dîwar ava kiribû. Tirkiye vêga jî wê li sînorê xwe û Îranê dîwar ava bike."

    Selvi di dirêjiya gotara xwe de got: "Kampên PKKê yên Mako, Dambat, Navur, Kotr, Kanîreş û Şehidan li sînorê Tirkiye yê Îranê hene. Li van kampan derdora 800-1000 çekdar dimînin. Ev têne Tirkiyeyê û çalakiyan dikin. Dema ku artêşa tirk li ÇiyayêTendurekê operasyonan dike ev çekdarên PKKê diçin van kampan. Ji bo ku rê li ber vê bigirin li sînorê Agirî û Îdirê wê 70 kîlometro dîwar were bilindkirin û yên mayîn jî wê bi kuleyên çavdêrî û bi telan were girtin. Û ji serî hetanî dawî dê were ronîkirin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Piştî Sûriyeyê wê li sînorên Îran û Ermenistanê jî dîwar were çêkirin'
    Polîsên li Stenbolê dîwar rûxandin û avêtin ser komeleyekê
    Li Rihayê li ser sînorê Rojava dîwar tê lêkirin
    Li ser hemû sînorê Sûriye û Rojava wê dîwar bê lêkirin!
    Serokwezîrê Kobaniyê: "Bila Tirkiye li Kobaniyê dîwar çêneke"
    Etîketan:
    Tirkiye li sînorê Îranê jî dîwar ava dike, Nivîskarê rojnameya Hurriyetê, Abdulkadir Selvi, Îran, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de