12:45 25 Îlon 2017
Zindî
    IMC TV - Hayatin Sesî

    Rêzefîlmên hevpar ên tirk û rûs dê werin çêkirin

    © AFP 2017/ Ozan Kose
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 1410

    Wezîrê Çand û Turîzmê yê Tirkiyeyê Nabi Avci û hemkarê wî yê rûsî Vladimîr Medinskî ji bo çêkirina fîlm û rêzefîlman bi mutebeqatekê li hev kirin.

    Vladimir Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan
    © AFP 2017/ Alexander Zemlianichenko
    Wezîrê Çand û Turîzmê yê Rûsyayê Vladimîr Medinskî di axaftina xwe de got: "Fîlm û rêzefîlmên ku lîstikvanê tirk û rûs bi senaryoyên hevpar bilîzên wê li herdu welatan jî werin ecibandin. Xelkên Rûsyayê eleqeyeke mezin nîşanî rêzefîlmên tirk dikin. Rûs fîlman bi kêfxweşî temaşe dikin."

    Li gorî daxuyaniya Wezareta Çand û Turîzm a Tirkiyeyê, Nabi Avci û Vladimîr Medinskî duhî di çarçoveya Foruma Diyaloga Navbera Çandan a 4emîn a Dinyayê de li Bakuya Azerbeycanê hatin cem hev û ji bo peşxistina têkiliyên çandî yên navbera herdu welatan axivîn.

    Wezîr Avci piştî hevdîtinê di daxuyaniya xwe de got: "Piştî civîna Konseya Hevkarî ya Asta Bilin a Tirk û Rûs a ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a meha adarê li Moskowê sala 2019an ji bo herdu welatan ‘Sala Çand û Turîzmê' hatibû îlankirin. Ev ji bo têkiliyên tirk û rûs gelekî girîng e. Di vê çarçoveyê de ji bo çêkirina projeyên hevpar em fîlm û rêzefîlman me dest bi xebatê kir."

    Bi heman mijarî:

    Şandeyên Rûsya û Tirkiyeyê agirbesta Sûriyeyê li Astanayê axivîn
    Moskow: Armanca Rûsya û Tirkiyeyê ew e ku sînordanînên dualî rakin
    NYê bo agirbestê bangî Rûsya Tirkiyeyê û Îranê kir
    Rûsya û Tirkiyeyê ji bo S-400î peyman amade dikin
    De Mistura bangî Rûsya Tirkiyeyê û Îranê kir
    Etîketan:
    Wezîrê Çand û Turîzm ê Tirkiyeyê, Foruma Diyaloga Navbera Çandan a 4emîn a Dinyayê, Wezîrê Çand û Turîzmê yê Rûsyayê, Nabi Avci, Vladimîr Medinskî, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de