00:06 22 Sibat 2018
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Daxuyaniya Erdogan bo Şingalê: Dibe ku em şevekê ji nişka ve werin

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 12

    Serokkomarê Tirkiyeyê Tayip Erdogan têkildarî êrişa artêşa tirk ya li dijî hedefên PKKê yên li çiyayên Şingal û Qereçoxê de daxuyaniyek da.

    Erdogan derbarê êrişa artêşa tirk ya li dijî çiyayên Şingal û Qereçoxê de daxuyanî da û got ew ji koalîsyona navdewletî û Amerîkayê re dixwazin ku ne bi YPGê, bi Tirkiyeyê re şerê DAIŞê  bikin û Reqayê bikin gora DAIŞiyan.

    'EZ Ê JI TRUMP RE YEK BI YEK EŞKERE BIKIM'

    Edogan di dirêjahiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku di hevdîtina xwe ya bi Serokdewletê DYAyê Donald Trump ya di 16ê Gulanê de jî wê gelek belgeyan pêşkêşî Trump bike û rewşa heyî jê re yek bi yek eşkere bike.

    Erdogan got: "Ger em û Amerîka û hêzên koalîsyonê bi destê hev bigrin em ê Reqayê ji DAIŞê re bikin goristan. Herwiha li Mûsil, El Embar û herêmên din jî em şerê DAIŞê bikin yana em ê hêj gelek qûrbaniyan bidin. Vaye Telafer û vaye Şingal. Me dît ku nabe me li Şingalê operasyonek pêk anî."

    'DIBE KU EM ŞEVEKÊ JI NIŞKA VE WERIN'

    Erdogan eşkere kir ku di encama êrişên li dijî çiyayên Şingal  û Qereçoxê de bi sedan YPGyî jiyana xwe ji dest daye û û got: "Wê hemû kes bibînin. Dema ku wext û saeta wê hat em baş dizanin ku em ê çi bikin. Dibe ku em ê şevekê ji nişka ve werin."

    Bi heman mijarî:

    CHP bo êrişa Şingalê: Pêngaveke derengmayî û erênî ye
    Amerîka: Em hevdîtin bo rageşiyên li Rojava û Şingalê pêk tînin
    YNK: Yek xwediyek Şingalê heye ew jî Hikumeta Kurdistanê ye
    Qeymeqamê Şingalê: Em midaxeleya Tirkiyeyê qebûl nakin
    YJŞ: Em ê li Şingalê xweseriyê ragihînin
    Etîketan:
    çiyayê şingalê, pkk, artêşa tirk, tayip erdogan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de