20:06 18 Hezîran 2018
1ê Gulanê- kedkar

‘Kedkarên kurd di 1ê Gulanê de dê dakevin qadan'

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Komîteya Amadekar a 1ê Gulanê ya Amedê ragihand ku dê mitîng li Qada Îstesyonê bê li darxistin û ji bo tevlîbunê bangî kedkaran kir.

Koordînasyona Ked û Demokrasiyê û Komîteya Amadekar a 1ê Gulanê, derbarê mîtînga 1ê Gulanê ya Amedê li Buroya Sendîkaya Kedkaran (BES) civînek çapemeniyê li dar xist. Serokê BESê Amedê û endamê Komîteya Amadekar Bedirhan Çetinkaya, diyar kir ku di encama hevdîtinên hatine kirin de biryar hatiye dayîn ku mîtîng li Qada Îstasyonê saet 12:00-16:00an de bê lidarxistin. Çetînkaya got: "Em ê li dijî feraseta rejîma ku hiqûq, demokrasî, mafên bingehîn ên gerdûnî û azadiyê tune dihesibîne, îsal ji salên din cudatir, bihêztir û girseyîtir kombibin û em vê wekî peywirekê dibinin. Em wekî rêxistinên ked û pîşeyê, bi hemû saziyên ku dile wan ji bo ked, demokrasî, mafê mirovan û dadê lê dide re dixwazin bêjin ku em ê bi çoş û Na li Qada Îstasyona Amedê hevdîtina 1ê Gulanê di nava yeketiyê de birêxistin bikin."

DBP: DI 1Ê GULANÊ DE LI QADAN BIN

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî derbarê 1ê Gulanê de li Buroya Navenda Şêwirmendiya Giştî ya Amedê civînek çapemeniyê li darxist. Di civînê de Serokwekîla Hevserokên DBPê Gulcihan Şimşek axivî. Şîmşek, anî ziman ku ew wekî DBPê dê di 1ê Gulanê de ligel kedkaran cihê xwe bigirin û got: "Li Kurdistan û Tirkiyeyê bêkarî her ku diçe zêdetir dibe. Ev encama zîhniyeta kapîtalîst e. Karker û kedkar wekî dixwazin nikarin bijîn. Wekî DBP em ê tevlî çalakiyên 1ê Gulanê bibin."

Bi heman mijarî:

Êrişên li Şingal û Rojava li Amedê hat şermezarkirin
Tirkiye hin dîwarên ku li ser sînorê Rojava ava kiribû radike
Leşkeren Rûsyayê operasyonên alîkariya mirovî pêk anîn
Parlamentera HDPê ji bo Şingalê banga avakirina şandeyên netewî û navnetewî kir
Lavrov: Em li Sûriyeyê ji hevkariya Amerîkayê re amade ne
36 kurdên êzidî ji DAIŞê hatin rizgarkirin
Etîketan:
kedkar, roj, Bedirhan Çetinkaya, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de