04:52 24 Hezîran 2018
Feleknas Uca

Parlamentera HDPê ji bo Şingalê banga avakirina şandeyên netewî û navnetewî kir

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 40

Parlamantera HDPê a Amedê Feleknas Uca ku Êzidiyê, derbarê êrişên Tirkiyeyê li Şengal û Rojava axivî û ji bo Êzidiyên li Tirkiyeyê daxwaza satatûya penabertiyê kir û ji bo li Şingalê lêkolin bê kirin bangî avakirina şandeyên netewî û navnetewî kir.

Endama Platforma Têkoşina Ji bo Jinên Bi Zorê Hatine Desteserkirin û Parlamantera HDPê a Amedê Feleknas Uca derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li Şengal û Rojava axivî û bal kişand ser tezkereyên ku li meclisa Tirkiye hatin qebul kirin, kir û got: "Gotin û mafdariya jinên alîgirê azadî, edalet û aşitiyê ku li hemberî tezkereyên li meclîsê biryarên wan hatibûn girtin derketin carek din piştrast bû. Tirkiye, bi rêya van tezkereyan bi salan e operasyonên derveyê sînor dike û di sêrî de mafê jiyanê bi bombebarana cih û warên sivîl binpê dibe. Ev tezkere li dijî Makeqanûn û hevpeymanên navnetewî ne. Encamên êrîşên bê biryara Konseya Ewlehiya NY ya li hemberî qada welatekî din û bicîhkirina leşkeran a mayinde û demdemî wê li ser me hemûyan bibandor be."

‘EM JI BO ÊZIDIYÊN LI TIRKİYÊ DAXWAZA STATÛYA PENABERTIYÊ DIKIN'

Uca balkişand ser rewşa Êzidiyên ku li kampaan dimînin û wiha pê de çû: "Li Amedê pişti tayînkirina qayyûman li şaredariyan, gelê Êzidî şandin qampên AFADê. Bi mehan e me tu agahî ji wan negirtiye. Ev yek ji bo me bûye sedema metirsiyan. Di rewşa ku hê Fermana 74. a Êzidiyan berdewam e, bi êrişa balafirên şer heman êş derketiyê û ev yek ji bo Platforma me bûye sedema metirsiyan. Em wek Platforma Têkoşîna ji bo Jinên Bi Zorê Hatine Desteserkirin, mafê jiyan û jiyanek li welatên bav û kalên xwe ya bi ewle ya vî gelê ku 74 caran rastî komkujiyê hatiye pêwist dibînin. Em ji bo Êzidîyan li Tirkiyeyê daxwaza statûya penabertiyê dikin."

JI BO ŞİNGALÊ BANGÎ AVAKİRİNA ŞANDEYÊN NETEWÎ Û NAVNETEWÎ KIR

Uca ev bang kir: "Mafê jiyan û jiyankirina çand, ol, bawerî û ziman ên hemû gelan ya di mercên aramî û azadî de hene. Tiştê kû di dîrokê de bûye sedema êş, elem û bedelên malbata mirovahiyê, bêhurmetiya li hemberî van nirxan û êrişkariya li hemberî gelan e. Em bidin zanîn ku, di cih de ji bo hevdîtin û tespîtkirina encamên vê êrîşa ku li hemberî vî gelê ev du sal û nîv e rastî êrîşa DAÎŞê ya dijî mirovahiyê hatiye, Em bang dikin kû serî de Platforma me û heyetên netewî û navnetewî di xebatekî ava bikin biçin li cih de likolîn bikin."

Bi heman mijarî:

Şamê êrişa Tirkiyeyê şermezar kir
Rûsya derbarê êrişa Tirkyeyê de: Wê bandoreke neyînî li herêmê bike
Şoygu: Êrişa Amerîka ya Sûriyeyê ji bo leşkerên rûsî tehdîd bû
'Di êrişa artêşa tirk de 18 YPGyî jiyana xwe ji dest da'
5 partiyên kurd bi daxuyaniyeke hevpar êrişa Tirkiyeyê şermezar kirin
Etîketan:
maf, avakirin, bang, êzidî, êriş, Feleknas Uca, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de