16:10 23 Mijdar 2017
Zindî
    'Li Amedê çand, dîrok û xweza dê dibin avê de bimînin

    'Li Amedê çand, dîrok û xweza dê dibin avê de bimînin'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 77040

    Çêkirina bendava Farqînê di sala 2019an de bi dawî dibe. Sînorê bendavê ji Mezraya Goma ya girêdayê Bajaroka Sêdeqnê ya Ferqînê dest pê dike, sînorên navçeyên Ferqîn, Pasûr, Lîce û Hezroyê dixe nav xwe. Tê gotin ku nêzî 150 gund û mezra dê di bin avê de bimîn e. Yek ji wan jî Geliyê Godernê ya benda keşifkirinê ya bedewiya xwezayê û dirokê ye.

    Bendavên ku li bajarên kurdan tê çêkirin çand dîrok û xwezayê tune dike. Ji ber Bendava Ilisu ya li ser Çemê Dîçleyê tê çêkirin dîroka 10 hezar salan ya Êlih û Heskîfê tên tunekirin. Du Heskifê bendava Farqinê jî li ber qedandinê ye û tê gotin ku di sala 2019an de xelas bibe. Herwiha bendava Farqinê jî weke ya Heskifê dîrok û xwezayê tune dike. Bendava Farqinê weke bendavek ewlehiyê tê dîtin û tê gotin ku bi vê bendavê gelek gund dê di bin ava de bimînin. Bendava Ferqînê ya li ser Çemê Sarûmê ya di navbêra Pasûr-Lîcê de ye. Projeya bendavê ku piştî Bendava Ataturk duyemîn bendava herî mezin e û lêçûna wê 5 milyar lîre ye. Sînorê bendavê ji Mezraya Goma ya girêdayê Bajaroka Sêdeqnê ya Ferqînê dest pê dike, sînorên navçeyên Ferqîn, Pasûr, Lîce û Hezroyê dixe nav xwe. Bi vê bendavê re nêzî 150 gund û mezra di bin avê de bimîn e. Gûndiyên van gundan jî vê projeyî wek e "Projeya xerakirinê" binav dikin.

    'Li Amedê çand, dîrok û xweza dê dibin avê de bimînin
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    'Li Amedê çand, dîrok û xweza dê dibin avê de bimînin

    GUND DI BIN AVÊ DIMİNIN DÊ AVDAN LI KU BE?

    Endamê Tevgera Ekoloji a Mezopotamya Talat Çetin ji Sputnikê re axivî û got: "Bendava ku temelê wê ji ava Bendava Êlihê xelas dibe, destpê dike, tê diyar kirin ku razemenî, îstîhdam, enerjî, avdanî ji bo wan encamên talî ne. Herwiha texrîbkirina ku dê pêk bîne jî li ber çavan e. Çêkirina bendavê ku bi armanca avdaniyê lê ji ber amadekariyên tên kirin û encamên tê pêk bîne ne wisa ye, bi lez û bez berdewam dike. Her çiqas rayedar diyar dikin ku bendav ji bo avdaniyê tê çêkirin jî amadekarî û xebatên tên kirin û hejmara gundên dê di bin avê de bimîn in jî berçav bigirin, pirsa "Gelo bi armanca ewlehiyê tê çêkirin?" tê hişê mirov. Bendava ku di bin rewşek awarte de tê parastin bi tîmên taybet nobet tê girtin. Li ser girekê ya nêzî bendavê qereqolekê devasa hatiye danîn. Ji ber gundên axa wan ji çandiniyê re herî baş e ku dê di bin ava bendavê de bimîn e, pirsa "Gelo tê avdaniyê li ku bikin" tîne bîra mirov."

    'Li Amedê çand, dîrok û xweza dê dibin bendavê de bimînin'
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    'Li Amedê çand, dîrok û xweza dê dibin bendavê de bimînin'

    GUNDÊN DİROKİ DÊ DIBIN AVÊ DE BIMİNIN

    Endamê Tevgera Ekoloji a Mezopotamya Talat Çetin diyar dike ku heke mirov mezrayan jî serî zêde bike nêzî 150 cih û war di bin avê de bimîn in. Çetin got "Yekemîn bicihwarbûnê ya Lîceyê Gundê Entaq, gûndên xwedî cihên dîrokî û bedewiya xwezayî tê naskirin Geliyê Godernê, Geliyê Zarevê, Matmûr, Dehla Zirê jî di bin avê de bimîn in. Ji bilî vanan gundên Cofîtnê, Herbeknê, Gir, Reşanê, Bena Dêran, Hezmazê û gelek gûndên din jî dê ji vê projeya xirakirinê nesîbê xwe bigirin. Herêma ku dê di bin ava bendavê de bimîn e, bi avahîyên dîrokî yên şopa qadên bicihwarbûna yekemîn a mirovahiyê ve tije ye. Ji van bermayiyan ên tên dîtin, şikeftên mirov tê de diman, gorên teht, cêwên avê, depoyên avê, dêrên tehtê, birc, aşên avê, qesrên navênda rêveberiya yên aîdê şaristaniyên ku di demên cûda de hiqum kirine, hene."

    GODERNÊ YA HÊJ NEHATİYE KEŞIFKIRIN DIBIN AVÊ DE DIMİNE

    Çetin wiha berdewamkir: "Geliyê Godernê, kanyonek e ya li benda keşifkirinê ya bedewiya xwezayê ye. Gorên teht û gorên anît ên li Kanîka, Hêvîka û Kelê ya berdewama geliyê ye, avahiyên ku dîrokzanan, lêkolîner û arkeologan bi heyecan bike ne. Xwediyê qadên ku di pêşerojê de cihên bibin dîrokî, seyrangeh, werzîş û pêşketina tûrizmê ne. Tê gotin ku Mûnzûr ji bo Dêrsim çi be, Heskîf ji bo Botan çi be, Godernê jî ji bo Amedê tê heman wateyî. Sedema Geliyê Godernê ku neketiye rojeva raya giştî ew e ku rewşa erdnigarî û pêvajoya pêvçûnê rola herî mezin dilîz e. Tê zanîn ku di du hezar salên dawî de kurd û ermenî di Geliyê Godernê de bi aştiyane jiyanê bi hev re parve kirin e. Qelhe, qûleyan, cêwên avê, aşên avê û amûrên di avakirina wan de hatine bikaranîn, derdixe holê ku gelê ermenî demek dirêje li vir jiyan e."

    Û GUNDÊ ENTAK A DİROKÎ

    Çetin têkildarî gundê Entakê jî ev agahî dan: "Cihê dîrokî ya ku dê di bin ava bendavê de bimîn e yek jê jî gundê Entakê ya bi cihwarbûna yekemîn a Lîceyê ye. Navenda şaristaniya Deknanosê li vê heremî ava bûye. Tê gotin ku Ûrartû, Îskîtan, Medan, Persan, Îskenderê Mezin a Makedonyayê, Partan, Romayiyan, Sasanî, Akkoyunlu, Bîzansiyan, Erebên Misliman (Emevî û Ebasiyan) bi dorê li ser vê bajarî bûne serdest. Ji bilî van gûndan gelek gund û mezrayên ku hê neketiye bin qeydê ya di bin bendavê de bimîn in, hene."

    Bi heman mijarî:

    Kurdên Urdunê...dîrok, çand û têkiliyên wan bi Kurdistanê re
    HDP: Li Tirkiyeyê hewldanek ji bo qirkirina çand û ziman heye
    Hunermendê kurd Şahram Nazerî xelata 'çand û hunerê' wergirt
    Li Wanê qedexeya çand, reng û kelepûra kurdan dîsa dest pê kir
    Etîketan:
    tune, av, bendav, dîrok, çand, Sputnik, Talat Çetin, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de