19:35 24 Hezîran 2018
Mesûd Barzanî

Erdogan û Yildirim sersaxî ji Barzanî re xwestin

© Foto : presidency.krd
Tirkiye
Lînkê kurt
0 42

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim li ser êrîşa balafirên şer ên Tirkiyê bi ser Şingalê de ku pêşmerge kiribûn hedef, pêwendiya telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re pêk anîn.

Erdogan û Yildirim di pêwendiya telefonê ku doh pêk hatiye de, dilgiraniya xwe ji bo 6 pêşmergeyên di êrîşa balafiran de can dane û 8 birîndarên pêşmerge anîn ziman.

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim li ser mijara bombebarana Şingalê û kuştî û birîndarbûna pêşmergeyan bi pêwendiyeke telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re axivîn.

'ERDOGAN Û YILDIRIM DILGIRANIYA XWE ANÎN ZIMAN'

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di vê pêwendiya telefonî de ku roja sêşemî 25ê Nîsana 2017ê hatiye pêkanîn, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dilgiraniya xwe li hember şehîdbûna 6 pêşmergyan û birîndarbûna 8 pêşmergeyên din ji Barzanî re anîne ziman, ku di encama êrişa firokeyên şer ên Tirkiyê bo ser Çiyayê şingalê şehîd û birîndar bûn."

'BÛYER NE QESTÎ YE, ŞAŞÎTÎ YE'

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat diyarkirin ku Erdogan û Yildirim tekez kirine ku ev bûyer bi ti şêweyekî bi qestî nebûye û di encama şaşiya firokeyan de çêbûye.

'ERDOGAN Û YILDIRIM SERXWEŞÎ LI BARZANÎ KIRIN'

Li gor daxuyaniyê Erdogan û Yildirim di pêwendiya telefonê de, serxweşî li Barzanî û malbatên kuştiyên vê bûyerê kirine û hêviya bilez başbûnê ji birîndaran re xwestine.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Êrîşên Tirkiyê yên li Iraq û Sûriyê nayên qebûlkirin
Hêzên tirk êrişî çeperên YPGê yên li Hesekeyê dikin
‘Tirkiye nerazîbûna xwe bo têkiliyên hêzên kurd Rûsya û Amerîkayê da nîşandan'
Di navbera şervanên YPGê û leşkerên tirk de şer derket
Şamê êrişa Tirkiyeyê şermezar kir
Etîketan:
kURDİSTAN, TIRKIYE
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de