20:22 24 Hezîran 2017
Zindî
    Şêniyê Sûrê

    Ji bo TOKIyê li mizgeftên Sûrê banga ‘Xanîya vala bikin' kirin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 28050

    Li navçeya Sûrê ya Amedê li 4 taxên ku qedexe tune bûn projeya "avahiyên kevneşopî" dest pê kir û ji mizgeftan banga "Heta 1 Gulanê xaniya vala bikin" hat kirin. Ev yek rastî berteka welatiyên Sûrê hat û dibêjin ku:"Di salên 1990an de dema gund di hatin şewitandin ji mizgefta ev bang dihate kirin."

    Navçeya Sûrê di dîrokê de herdem ji bo welatiyên xizan, koçber û penaberan bûye weke stargeh. Di salên 1990an de careke din deriyên xwe ji bo koçberên ku gundên wan hatin şewitandin û valakirin vekir. Ji navçeyên Amed, Mêrdîn û Çewlikê bi hezaran kes an ji ber şer an jî bi sedemên aborî li Sûrê bi cih bûn.

    Çanda Sûrê ji aliyê çand, huner û olî ve jî dewlemend e û ji gelek netewan re bûye stargeh. Piştî şer û pevçûnan gelek ji welatiyên Sûrê koçber bûn û gelek ji wan jî koçî taxên Sûrê yên ku pevçûn tune bu kirin. Lê li wan taxan jî projeya "avahiyên kevneşopî" dest pê kir û tê xwestin ku welatî malen xwe heta 1 Gulanê vala bikin.

    JI MIZGEFTAN BANGA ‘XANIYAN VALA BIKIN'

    Ji bo valakirinê di demen berê ji gelek malbatan re hişyarîname hat şandin ku mala vala bikin. Lê welatîyan ne xwest ji Sûrê derkevin û mala xwe bernedan. Her wiha ev çend roje ku li 4 taxên Sûrê ku dê porje were meşandin ji mizgefta banga "Xanîyan vala bikin" hat kirin. Ev yek rastî berteka welatiyên Sûrê hat û dibêjin ku: "Di salên 1990an de dema gund di hatin şewitandin ji mizgefta ev bang di hate kirin." Her wiha 5 hezar û 637 avahiyên ku li 31 blokan tên çêkirin, tê gotin ku dê di îlona 2017'an de bidin malbatan. Her wiha dê ji sedî 40 kêmtir bifiroşin malbatên mexdûr.

    WELATIYÊN SÛRÊ NAXWAZIN DERKEVIN

    Welatiyên Sûrê piştî vê bangê bi rojane bi fikarin ku dê çi bikin. Welatîya bi navê Mukadder Nazok ya ku 22 sale li Sûrê dijî bertek nîşanî projeyê da û got:"Em ji Farqînê koçberî Sûrê bûn. Aniha jî dixwazin dîsa xaniyên me vala bikin. Em Sûrê terk nakin. Em ê kona vekin li konan bijîn lê qet em dev ji Sûrê bernadin. Em xizanin em ê herin ku û çawa bijîn. 10 zarokê min hene. Ji mizgefta bang dikin û dibêjin vala bikin. Çi ji mela re dibe ku ew dibêje vala bikin. Ma na bêje ku dê ev mirov herin ku û çawa bijîn?"

    ‘EM NIKARIN LI CIHEKÎ DIN BIJÎN'

    Welatîya bi navê Melekşah Umur jî bertekî projeyê dide. Umur wiha axivî: "Ez di malê de bi kirê dimînim. Xwediyê xanî hat dibêje ku malê vala bikin. 5 zarokê min hene û derfeta me tune ku em li cihekî di bijîn. Ez û hevserê min nexweş in. Kurê min tenê dixebite û ew jî têr nake."

    Veysi Çakar yê bavê 5 zarokan jî dibêje ku ev 32 sal e li Sûrê dijî. Çakar jî dibêje ku bê alîkarî nikarin li cihekî di bijî û dixwaze ku bi wî re alîkarî bê kirin.

    Welatîya Fatma Aykaç jî dibêje ku 4 mal di xanîyekî de dimînin û 15 kes dijîn. Mala wan bi pereyekî pir kêm hatîye kirîn û tê xwestin ku malê vala bikin. Aykaç jî bertek nîşanî projeya TOKI dide û naxwaze ji Sûrê derkeve.

    BERÊ GUNDÊ WAN NIHA Jİ XANIYÊ WAN

    Yildiz Kardaş jî ji Qoserê koçî gundê Şêx Çoban ya Çinarê kirîye û di salên 90î de gundê wan hatîye şewitandin û koçî Sûrê kirine. Kardaş wiha axivî: "Kes tune bi me re bibe alîkar. Em nikarin li cihekî di bijîn. Ev neheqîyek mezine. Ji bo valakin dem jî nadin û dibêjin heta hefteyekê vala bikin."

    Etîketan:
    xizanî, sûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de