04:24 24 Îlon 2017
Zindî
    Tirkiye û YE

    Puşkov bo dawîanîna muzakereyên YEyê: Wê Erdogan bi serbestî avjeniyê bike

    © AFP 2017/ MUSTAFA OZER
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 5021

    Serokê Komîsyona Polîtîkayên Enformasyonê yê Konseya Federasyona Rûsyayê Aleksey Puşkov, daxuyaniyên Wezîrê Navxweyî yê Eyaleta Bavyera ya Almanyayê Joachim Herrmann ên li ser dawîanîna gotûbêjên endamtiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê (YE) nirxand.

    Senatorê Rûsî Puşkov li ser hesabê xwe yê twitterê bal kişand gotinên ‘bi temamî dawîanîna muzakereyan bi Tirkiyê re' û wiha got: "Almanya daxwaz dike ku gotûbêjên endamtiya Tirkiyê bi temamî werin dawîanîn. Ev hêza Brukselê bisînor dike. Erdogan jî ‘bi awayekî azad' bi serbestî dest bi avjeniyê dike."

    HERRMANN: DIVÊ MUZAKERE WERIN BETALKIRIN

    Wezîrê Navxweyî yê Eyaleta Bavyera ya Almanyayê Joachim Herrmann di daxuyaniyeke bo rojnameya 'Bild am Sonntag' de wiha gotibû: "Ez her li dijî endamtiya Tirkiyeyê ya YEyê bûm. Niha jî dema rawestandina muzakereyên ligel wê hatiye. Divê muzakere neyên rawestandin, bên betalkirin. Lewra nêrîna Erdogan (Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan) û YEyê qet ne wek hev e."

    Bi heman mijarî:

    Ji Çînê banga arambûn û diyalogê
    HSD: Hemû rêyên stratejîk ên diçin Reqqayê hatin kontrolkirin
    Rûsya: Tevgera leşkerî ya li sînorê Koreya Bakur parçeyekî tedbîkatê ye
    Festîvala Bafirokan li Mêrdînê berdewam dike
    Bîlançoya 12 rojê dawî yê pêngava 4emîn a Xezeba Firatê
    PDKê nêrîna YNKê ya liser referandûm û parlamentoyê eşkere kir
    Li Pasûrê qedexe hat ragihandin û hin kes hatin desteserkirin
    Etîketan:
    Erdogan, Ewropa, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de