08:22 26 Îlon 2017
Zindî
    leşkerên tirk-el bab

    Li Pasûrê qedexe hat ragihandin û hin kes hatin desteserkirin

    © REUTERS/ Umit Bektas/File Photo
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 2122

    Li hinek gundên navçeya Pasûrê a Amedê qedexeya derketina derve û operasyona leşkerî ku 8 roj berê dan destpêkirin dewam dike. Li gundê Eskar yek jê şivan 2 gundî hatin desteserkirin.

    Li gundên Delit, Masirto, Kuye, Arkatin, Eskar, Beyrok, Nerçîk û Nedera yên girêdayî navçeya Pasûrê a Amedê qedexeya derketina derve û operasyonên artêşa tirk di roja 8an de berdewam dike.

    Hate ragihandn ku leşkerên ku derketin operasyonê li gundê Eskarê gundiyên bi navê İskender Yaman û Fuat Guzel desteserkirin. Du gundiyên hatin desteserkirin demekê li qada opersyonê hatin rawestandin û piştre ew birin qerekola navçeya Pasûrê. Hinceta desteserkirinê ne diyare.

    Li gorî agahîyan bi hezaran leşker û cerdewan tevlî operasyonê bûne û operasyon zêdetir li Gundê Eskar û Kuye tê meşandin. Her wiha hate ragihandin ku di encama operasyonê de şevê di pevçûn derketîye û leşkerekî jiyana xwe ji dest daye û 2 leşker jî birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo Şaredariya Pasûrê qeyûm hat tayînkirin
    Li navçeya Pasûrê di navbera PKKê û leşkeran de şer derket
    Li Pasûrê di navbera cerdevanan û PKKê de şer derket
    Etîketan:
    qedexeya derketine derve, operasyona leşkerî, leşkerên tirk, pasûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de