23:19 25 Gulan 2018
Leşkerên Artêşa Tirkiyeyê - leşkerên tirk - operasyon- leşkerê tirk

Li Şirnexê pevçûn: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da

© REUTERS / KENAN GURBUZ
Tirkiye
Lînkê kurt
0 30

Li herema Besta ya Şirnexê di navbera hêzên tirk û endamên PKKê de pevçun derket û leşkerekî jiyana xwe ji dest da.

Li herema Besta ya li ser navçeya Qilabanê a Şirnexê navbera hêzên tirk û endamên PKKê de pevçûn derket. Hate ragihandin ku dema leşkerên tirk derketin operasyonê di navbera wan û endamên PKKê de pevçûn derket. Di encama pevçûnê de leşkerek bi giranî birîndar bû û bi helikoperê rakirin nexweşxaneyê û li vir jiyana xwe ji dest da.

Dûhî di seetên êvarî de li heman herêmê leşkerek û li gundê Andaç ya girêdayî Qilabanê jî 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Her wiha hejmara leşkerên ku jiyana xwe ji dest dan gîhişt 3an.

 

Bi heman mijarî:

Li Şirnexê zarokekî 14 salî, bi awayekî daliqandî hate dîtin
Li Şirnexê teqîn: 3 leşkeran jiyana xwe ji dest da û 5 jî birîndar bûn
Li Şirnexê 40 kes hatin desteserkirin
Li Şirnexê erdhejeke bi pileya 4.0an pêk hat
Li Şaredariya Şirnexê 27 karker ji kar hatin derxistin
Etîketan:
endamên PKK, Artêşa Tirkiyeyê, Şirnex, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de