17:06 22 Çile 2018
Zindî
    Rojnamevan

    ÎRA: Li Tirkiyeyê 166 rojnamevan girtîne

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 61

    Înîsiyatîfa RojnamEgerên Azad (ÎRA) bi munasebeta salvegera 119emîn a Roja Rojnamegeriya Kurdî li Amedê civînek li darxist û ragihand ku di sala 2016an de 17 rojnameger hatin kuştin. Li gorî raportê li Tirkiyê 166 rojnamevan girtîne.

    Înîsiyatîfa RojnamEgerên Azad (ÎRA) bi munasebeta salvegera 119emîn a Roja Rojnamegeriya Kurdî li Amedê civînek li darxist. Di forumê de gelek rojnamevanên kud amede bûn. Di civînê de berdevkê ÎRAyê Hakki Boltan rapora binpêkirinên li dijî çapemeniyê eşkera kir. Boltan roja rojnamevanan pîroz kir û got ku ew hêvî dikin ku rojnamevan di şert û mercên azad de rojnamegeriyê bikin. Boltan diyar kir ku tevî hemû zextan çapemeniya kurd gihişt konaxek gelek mezin. Boltan got: "Îro çapemeniya kurd bi hemû weşanê xwe bi rojnamegeriya cîhanê re di pêşbirgê de ye. Hem bi rojnamegeriya xwe, hem jî bi weşangeriya xwe karê xwe bi profesyonelî dike û rê li pêş civakê vedike. Pêşiya civakê ronî dike."

    'ZÊDETIR ÇAPAMENIYA KURD BÛ HEDEF'

    Boltan di derheqê naveroka raportê de ev agahî dan û got: "Mixabin bi taybetî di 2 salên dawî zextên li ser çapemeniya kurdî kêm nebûn. Tenê sala par li Tirkiyeyê piştî şer dest pê kir, zextên li ser çapemeniya muxalif jî zêde bû. Di vê pêvajoya ku şer dest pê kir de herî zêde çapemeniya kurd a muxalif bû hedef. Herî zêde ajansên nûçeyan ên wekî DÎHA, JINHA û rojnameyên wekî Ozgur Gundem, Azadiya Welat û Cumhuriyet bûn hedef. Tenê DÎHA piştî 48 çaran hat sansurkirin û astengkirin, bi biryara KHKê re hat girtin. JINHA jî dîsa piştî 12 caran hat sansurkirin hat girtin."

    '17 ROJNAMEVAN HATIN KUŞTIN'

    Boltan anî ziman ku li gorî daneyên roj bi roj di sala 2016an de 17 rojnameger hatin kuştin, 352 rojnamevan hatin binçavkirin û ji van 109 hatin girtin. Bi giştî hêjmara rojnamevanên girtî gihişt 146an. Boltan wiha berdewam kir: "Di salekê de 318 weşanên çapemeniyê hatin girtin û astengkirin. Ji van 88 rojname, 17 kovar, 30 weşanxane, 5 ajansên nûçeyan, 120 Radyo-tv, 58 malperên nûçeyan ên internetê hatin girtin. (Tenê di serdema OHAL'ê de 28 tv, 32 radyo, 51 rojname, 17 kovar, 30 weşanxane, 5 ajansên nûçeyan).

    'PASAPORT Û KARTÊN ÇAPEMENIYÊ HATIN BETALKIRIN'

    Boltan bibîr xist ku 780 kartên çapemeniyê yên rojnamevanan hatin betalkirin û got:"Di vê pêvajoyê de herî kêm 66 rojnameger dema hatin binçavkirin rastî lêdan û bêheqiyê hatin, 6 rojnamevan jî dema nûçe dişopandin rastî lêdan û bêheqiyan hatin. Herî kêm 180 rojnamevan di şopandina nûçeyan de rastî gefên devkî hatin. Herî kêm pasaportên 49 rojnamegeran hatin betalkirin û kartên çapemenî yên 780 rojnamevanan hatin betalkirin. Weşanên çapemeniyê 829 caran hatin astengkirin. 42 rojnameger rastî êrîşan hatin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Wanê 2 rojnamevan hatin girtin
    Rojnamevan Nujiyan Erhan jiyana xwe ji dest da
    Rojnamevan Tayfun Talipoglu jiyana xwe ji dest da
    Rojnamevan Gultekin: Ev sîstem ji bo Erdogan davik e
    Rojnamevan Yucel: "Hinceta dadgehê min dikenî ne"
    Etîketan:
    Înîsiyatîfa RojnamEgerên Azad (ÎRA), Hakki Boltan, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de