23:06 25 Gulan 2018
Kemal Kiliçdaroglu

Kiliçdaroglu: Ew çi dibêjin bila bêjin, em ê li mafê xwe bigerin

© AFP 2018 / ADEM ALTAN
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Murat Yetkin axaftina ku bi telefonê bi Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu re kir li quncika xwe nivîsand. Li gorî Yetkin, Kiliçdaroglu dev ji doza mafê lêgerînê bernadin.

Li gorî nivîskar Murat Yetkin, Kiliçdaroglu di axaftina telefonê de got: "Dixwazin CHP dev ji lêgerîna heq berde, lê em wekî CHPê dev ji lêgerîna heq bernadin. Ew çi dibêjin bila bêjin, di serlêdanên me de çi bersivê bidin bila bidin, em ê vî heqî bimeşînin."

Kemal Kilçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe ya Yetkin de dibêje: "Wekî mînak di şertên Tirkiyeyê yên îro de esnafek dikare li ser kaxezê li mafê xwe bigere, lê ji tiştê ku were serê wî ditirse. Karkerek an jî karsazek dibe ji heman tiştî bitirse û li mafê xwe negere. Divê welatî li wî mafê xwe bigere. Lêgerîna maf ne tiştekî sûc û guneh e. Wî mafî li ser navê saziya siyasete em ê bidin meşandin."

Piştî referandumê Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji bo serlêdana CHPê ya YSKê gotibû ‘maç qediya, êdî têkçûnê qebûl bikin'. Serokwqezîr Binali Yildirim jî di axaftina xwe de gotibû ‘cihê ku dixwazin bila herin, tenê îsrafa deme ye'.

Bi heman mijarî:

Ji Ahmet Hakan bo Kiliçdaroglu: Bêkêr e
Kiliçdaroglu: YSK referandûm kir mijara nîqaşan
Kiliçdaroglu: Bila îspat bikin ez ê îstîfa bikim
Kiliçdaroglu: Herkes here sindoqê wê ‘na' bi ser bikeve
Kiliçdaroglu: Em hilbijartinê nasnakin divê dubare bibe
Ji Kiliçdaroglu bo Erdogan: ji bo ku reklama min dike spasiya wî dikim
Etîketan:
Encamên referanduma Tirkiyeyê, Serokê Giştî yê CHPê, Kemal Kiliçdaroglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de