07:23 24 Gulan 2018
    Dengir Mir Mehmet Firat

    Parlamenterê HDPê: Êdî birêvebirina Tirkiyeyê pir zahmet e

    © Foto : Facebook/Dengir Mir Mehmet Firat
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 50

    Parlamenterê HDPê yê Mersînê Dengir Mir Mehmet Firat di axaftina xwe de ragihand ku mixabin demokrasiyeke me ku em pê serbilind bibin tunebû, lê sîstemeke me ya hilbijartinê hebû.

    Parlamenterê HDPê yê Mersînê Dengir Mir Mehmet Firat di hevpeyvîneke xwe de got: Êdî birêvebiriya Tirkiyeyê pir zahmet e. Mixabin demokrasiyeke me ku em pê serbilind bibin tunebû, lê sîstemeke me ya hilbijartinê hebû, êdî me ew jî winda kir."

    Dengir Mir Mehmet Firat di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ya rastî di hilbijartinê de tu serkeftinek tuneye û ji bo ku serkeftin tuneye birêvebirina Tirkiyeyê wê pir zahmet bibe. Wekî matematîkî dibe 50+1 serkeftin were hesibandin, lê di holê de şaîbeyek heye. Tiştê ku divê nehata kirin ev bû. Tirkiye di vê referandumê de gelek tişt winda kirin. Demokrasiyeke me ku em pê serbilind bûn tunebû, lê sîstemeke me ya hilbijartinê ku birêve diçû hebû."

    Mehmet Firat di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li bajarên kurdan hilbijartineke ku rasterast dewlet tevlî bû hat kirin. Wekî ku hilbijartina salên1950î hat teqlîtkirin. Di encamê de Tirkiye gelek tişt winda kirin. Dibe AKPê tiştin qezenç kiribin, lê li gorî min êdî kete kêmbûnê."

    Bi heman mijarî:

    Dengir Mir Mehmet Firat: ‘Madem ku HDP heye, pêwistî bi çekan nîne'
    Parlamenterê HDPê Firat: Walî, qeymeqam, leşker û polîs hemû ji bo dengê 'erê' xebitîn
    Parlamenterê HDPê Adem Geverî serbest hat berdan
    Parlamenterê HDPê Alican Onlu serbest hat berdan
    Derbarê Parlamenterê HDPê Alican Onlu de biryara bi zorê anînê hat dayîn
    Etîketan:
    Encama referandumên Tirkiyeyê, Parlamenterê HDPê yê Mêrsînê, Dengir Mir Mehmet Firat, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de