14:41 24 Gulan 2017
Zindî
    Polês

    Li dijî Midûriyeta Ewlekariyê ya Pirsûsê hewldana êrişa bombeyî

    © AP Photo/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 1114

    Hat ragihandin ku duh şevê bi wesayetek ku tê îdiakirin ku bombebarkirî bû, li dijî Midûriyeta Ewlekariya Pirsûsê hewldana êrişê hate kirin.

    Polêsan xwestin ku wesayetê rawestînin lê kesên di wesayatê ranewestiyan û li ser vê yekê polêsan gule reşandin ser wesayetê. Di encamê de kesên ku tê gotin ku amadehiya êrişê dikir bû jiyana xwe ji dest da. Li herêmê bergiriyên ewlehiyê hatin zêdekirin.

    Hat ragihandin ku wesayetê jinekê dajot û wesayeta bombebarkirî teqand û wê jî di wesayetê de jiyana xwe ji dest da.

    WALITIYA RIHAYÊ: WESAYET DI TAQÎBÊ DE BÛ

    Walîtiya Rihayê daxuyaniyek nivîskî belav kir û tê de got wesayeta bombebarkirî ji serê hefteyekê de di bin teqîbê de bû. Herwiha di daxuyaniyê de tê amajekirin ku nasnameya kesa di wesayetê de hêj nehatiye diyarkirin û lêpirsîna derbarê bûyerê de jî berdewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Li Rihayê keçek şagirta lîseyê xwe bi valahiyê re wer kir
    Ji bo 4ê Nîsanê li Rihayê rewşa awarte
    Îdianameya êrişa Pirsûsê hate qebûlkirin
    Etîketan:
    êrişa bombeyî, riha, pirsûs
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de