05:28 28 Nîsan 2017
Zindî
    Polês, êriş, operasyon, leşker

    Li Şirnex, Mêrdîn û Bedlîsê operasyon

    © REUTERS/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 2720

    Bejahiya Şirnexê wekî herêma ewlehiya taybet hat ragihandin û operasyoneke berfireh hat destpêkirin. Herwiha li Mêrdîn û Bedlîsê jî tevgera leşkerî heye û hin kes jî hatin binçavkirin.

    Artêşa tirk îro piştî êrişa endamên PKKê ya li dijî baregha leşerkî ya Şenyuva ya Qileban a navçeya Şinexê li herêmê ji hewa û ji bejahiyê operasyonek berfireh da destpêkirin. Herwiha li gorî agahiyên li ser malpera Walitiya Şirnexê operasyonên li herêma di navbera Nezirkina û Kopkî ya Qilebanê jî operasyonek berfireh a leşkerî tê lidarxistin û operasyon hêj berdewam dikin.

    LI QILEBANÊ 2 LEŞKERÎ JIYANA XWE JI DEST DA

    Îro endamên PKKê êrişî ser baregeha leşkerî ya Şenyuva ya li Qilebanê kirin û di encamê de 2 leşkerî jiyana xwe ji dest da û 2 leşker jî birîndar bûn.

    LI KATOYÊ JÎ OPERASYONEK TÊ KIRIN

    Hat ragihandin ku li herêma Kato ya bi ser Bêşababê operasyonek berfireh ya leşkerî hatiye destpêkirin û dengê topan ji herêmê tên bihistin.

    LI MÊRDÎNÊ QEDEXE HAT RAGIHANDIN

    Li çend taxên Kerboran û Midyat ên navçeyên Mêrdînê2 roj berê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û bi beşdarbûna gelek leşkerî operasyonek leşkerî hatibû destpêkirin. Li gorî agahiyên ku ji ser medyaya tirk ve hatine girtin leşkeran îro li taxa Tanyeri a Kerboranê bi ser gelek malan de girtin û 3 kesan desteserkirin.

    ‘XENDEKAN DIKOLIN'

    Herwiha tê îdakirin ku leşkerên tirk li Bedlîsê amadehiya operasyonên leşkerî dikin û li ser rêyên gelek gundan xendekan dikolin.

    Bi heman mijarî:

    Qedexeya derketina derve ya gundên Bedlîsê bi dawî hat
    Li 4 gundên Bedlîsê derketina derve hat qedexekirin
    ‘17 cenazeyên HPGyi li Nexweşxaneya Bedlîsê tên girtin'
    Parlementerê AKPê Miroglu: Çi karê Baykal li Mêrdînê heye
    Li hin taxên Mêrdînê qedexe hate ragihandin
    Etîketan:
    pkk, leşkerên tirk, qileban, mêrdîn, bedlîs
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de