22:53 28 Nîsan 2017
Zindî
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    'DAIŞ li parlementoya Tirkiyeyê keşif kiriye'

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 720

    Tê gotin ku Serokwekîlê parlementoya Tirkiyeyê Ahmet Aydin agahiya ku ‘DAIŞê bo êrişê li parlementoya hin keşif kiriye' piştrast kiriye.

    Parlementerê CHPê ê Stenbolê Sezgin Tanrikulu derbarê îdiayên ku tê gotin ‘DAIŞê amadehiya êrişan li dijî parlementoyê dike û bo vê yekê ji li parlementoya hin keşif kiriye' pirsyariyek li parlementoyê kiribû. Li ser pirsyariya Tanrikulu ya derbarê keşfê de Serokwekîlê parlementoyê Aydin daxuyaniyek wiha da:" Li gorî agahiyên ku dosyayên lêpirsinê ên Serdozgeriya Komarê ên Stenbolê hatine girtin,derbarê kesê bi navê S.S. ê ku li gorî madeya 135emîn a Qanûna Dadgeha Cezayê a bi jimareya 5271an derbarê wî de biryara tedbîrê hatiye dayîn agahî hatiye girtin ku wê roja 12.10.2016an saet 10:15an de ji Stenbolê bi rêya balafirê derbasî Enqereyê bibe. Li ser vê yekê S. S. bi awayekî teknîk hatiye taqîbkirin. Di encamê de S.S. heman rojê li hewşa parlementoyê çûye û hatiye û di heman rojê de dîsa vegeriya ye Stenbolê."

    LI PARLEMENTOYÊ QEYDÎ YA WÎ NÎNE

    Li gorî dosyeya lêpirsînê navê S.S. diyar e lê Serokwekîlê parlementoya Tirkiyeyê Ahmet Aydin dibêje dema ku wan li qeydiyên  randevuyê ê li parlementoyê nêrîne derbarê vî şexsî de ti qeydî nedîtine.

    Bi heman mijarî:

    Cîgirê Serokwezîr: DAIŞ li Tirkiyeyê kampanyaya ‘na' dimeşîne
    Rûsya, Îran û Tirkiyeyê, dijberên nerme ji DAIŞ û El Nusrayê cuda kirin
    Artêşa Tirkiyeyê: Balafirên Rûsyayê li El-Babê DAIŞ bombebaran kir
    DAIŞ: Em ê êrişî balyozxane û konslxaneyên Tirkiyeyê yên li seranserê cîhanê bikin
    “DAIŞ û Tirkiyeyê li hev kir; Ji Cerablusê venekişiyan, tenê riha xwe jê kirin”
    Etîketan:
    chp, daiş, sezgin tanrikulu
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de