02:57 23 Hezîran 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    'Tirkiye heya sibeha 17ê nîsanê parçebûnek bi rengî nedîtibû'

    © AP Photo/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 2220

    Kovara The Ekonomist ya birîtanî bahsa referandûma Tirkiyeyê kir û li ser mijare nivîsek weşand. The Ekonomist got:"Tirkiye heya sibeha 17ê Nîsanî jî parçebûyînek bi vî rengî nedîtibû'

    Di nivîsa Kovara The Ekonomist a Birîtanîyê de hat îdîakirin ku dê Erdogan bi salan bide pey,  lê welatek ku berberî lê naqede dê li pey xwe bihêle. Kovara The Ekonomist di nivîsa xwe de cih da analîza Soner Çagatayê Daîrektorê Tirkiyeyê yê Saziya Ramanî ya Amerîkaye Washington Înstituteye yê yên wek; ‘Bê gûman dê Erdogan piştî Ataturk bibe lîderê dûyemin ê Tirkiyeyê, lê belê mijara meşrûbûna wî dê bibe belayê serê wî.' û destnîşan kir ku ji bilî Amerîkayê, tu welatên Ewropayê bi erênî nêzîkî referandûma Tirkiyeyê nebûne.

    Her wiha li gorî analîza Kovara The Ekonomistê, piştî encamên referandûma Tirkiyeyê, Erdogan di daxuyaniya xwe ya yekem de, sinyal daye ku, dê ew hêza ku ketiye nav destên xwe bi zextên li ser cîvaka Tirkiyeyê zêde bike."Kovara The Ekonomist ya birîtanî, di dawiya nivîsa xwe de diyar dike ku Erdogan ev demek dirêj e dixwest ku vê hêza ku niha bidest xistiye bidest bixe. Lê belê dê ev hêza wî li welatê wîbibe sebebê krîz û gengeşiyên nû lê dê Erdogan her ku biçe dê di hundirê xwe de bitenê be.

     

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Erdogan ketin 'lîsteya 100 kesên herî bi bandor ên cîhanê'
    Ebadî bangî Erdogan kir: Destê xwe nexe nav karê me
    Erdogan ji bo hevdîtina Pûtîn diçe Soçiyê
    Iraqê ji bo peyvên Erdogan bertek nîşanî Tirkiyeyê da
    Ji Kremlînê li ser serdana Erdogan a Rûsyayê daxuyanî
    Erdogan: Biryara YSKê teqez e û ev kar jî bidawî bû
    'Erdogan ne li dijî serxwebûna Kurdistanê ye'
    Erdogan: Obama em xapandin
    Etîketan:
    Erdogan, Fransa, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de