02:57 23 Hezîran 2017
Zindî
    Artêşa Tirkiyeyê

    Amadekariyên berdewamiya ‘Mertalê Firatê' temam e: Hedefa ewil Sîncar e

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 8223

    Rojnameya Yeni Şafakê îdia kir ku operasyona Erdoganî ku wek "Berdewamiya Mertala Firatê" binav kiribû dest pê bike. Li gorî îdiaya rojnameyê operasyon dê ji sê qonaxên wek Minbic, Zap-Avaşîn û Sîncarê pêk bên.

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di mîtînga xwe ya li bajarê Trabzonê ya di 3ê Nîsanê de eşkere kiribû ku etaba yekemîn a Operasyona Mertalê Firatê bidawî bûye û amadekariyên operasyonên nû dikin.

    Rojnameya Yen Şafakê ku li Tirkiyeyê weşanê dike îdia kir ku amadekariyên dawî bo operasyonên ku tê plankirin li 3 herêmên di bin kontrola PKKê yên li Iraqê û Sûriyeyê de ne hatine kirin.

    Li gorî nûçeyê tê payîn dê operasyon di navbera 12-16 mehan de li seranserê sînorê başûrê Tirkiyeyê pêk bê, "Planlamayên bo xetên lojîstîk-îkmalê ya li herêmê û xebatên îstîxbaratî jî dewam dikin."

    ‘ENDAMÊN PKKê JI HERÊMÊN ÊZIDÎ DÊ BÊN DERXISTIN, RÊVEBERÎ JÎ DÊ DEWRÎ GELÊ HERÊMÊ BÊ KIRIN'

    Li gorî vê qanaxa ewil a operasyonê dê li herêma Sîncarê ku PKK dixwaze bike Qandîla duyemîn bê lidarxistin û bo vê yekê jî bi mehana hêzên çekdar ên tirk sewqiyata leşkerî li navçeya Silopyayê dike, "Operasyona Sîncarê ku tê payîn berbi Zaxo-Dihokê ve dest pê bike û herêmên Êzidiyan ji endamên PKKê bên derxistin û rêveberî jî dê dewrî gele herêmê bê kirin."

    ‘QONAXA DUYEMÎN DÊ ZAP-AVAŞÎN BE, KONTROLA HERÊMÊ DÊ DEVRÎ PÊŞMERGE BÊ KIRIN'

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
    © AP Photo/ Kayhan Ozer/Presidential Press Service
    Li gorî îdiaya rojnameyê ku zanyariyên xwe dispêre çavkaniyên ewlekariyê yên li Enqereyê, piştî operasyona li Sîncarê dê qonaxa duyemîn dest pê bike. Yekîneyên li navçeya Çelê û Colemêrgê li hemberî kampên PKKê yên li Kanîmasî, Çemço, Avaşîn û Zapê operasyon pêk bînin.

    ‘ARMANCA OPERASYONA MINBICÊ, TIRBA ŞAH SILÊMAN BIBIN CIHÊ BERÊ'

    Li gorî îdiaya rojnameyê qonaxa sêyemîn dê bajarê Minbicê be.

    Operasyona ku bi armanca gora Şah Silêman bibin cihê berê Karakoza ku girêdayî Minbicê ye. Ev qonax dê piştî hevdîtinên dîplomasî yên bi Rûsya û Amerîkayê re dest pê bike.

    Bi heman mijarî:

    Serokomarê Tirkiyeyê: Dê qonaxên duyemîn û seyemên yê Mertalê Firatê hebin
    Artêşa Tirk: Di Mertalê Firatê de gelek teqemenî hatin bidestxistin
    Kosaçev: Qedandina operasyona Mertalê Firatê ya ne meşrû baş çêbû
    'Ji bo ku Kurdistan neyê avakirin me Mertalê Firatê daye destpêkirin'
    TSK: "Di Operasyona Mertalê Firatê de 43 DAIŞî hatin kuştin"
    Etîketan:
    berdewam, amadekarî, PKK, operasyon, Rojnameya Yeni Şafakê, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de