15:58 22 Mijdar 2017
Zindî
    HDP

    Parlementerê HDPê ê Mûşê Yildirim: Bila waliyê Mûşê ji kar bê avêtin

    © AP Photo/ Emrah Gurel
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 1420

    Parlamenterê HDPê yê Muşê Ahmet Yildirim xwest ku Walîyê Mûşe ji wezîfeyê bê avêtin.

    Cîgirê Koma HDPê û Parlementerê Mûşê Ahmet Yildirim, li parlementoyê civînek çapemeniyê li dar xist û Waliyî Mûşê Seddar Yavuz ji bo gotina wî ya "HDP dema ku têk çû xwe li nava heriyê da" rexne kir û got: "Tu kî ye? Ma mafê te yê siyasî heye ku tu refeanduma Tirkiyeyê şîrove dike û daxuyaniyan dide? Siyasetmedar nikarin daxuyaniyên bi vî rengî bidin ka tu çawa karî?"

    Yildirim di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku walî peywira xwe bi xerabî bikar tîne û lewma jî divê ji wezîfeyê bê avêtin.

    'DENGÊN KURDAN Û HDPÊ NEÇÛ NEGUHERÎ ‘ERÊ''

    Cigirê Koma HDPê Ahmet Yildirim di dawiya daxuyaniya xwe de got: "Dengên kurdan û HDPê neçûye AKPê û hilbijêrên HDPê ji sedî 99an dengê "Na" û jî sedî 1an ji dengê "Erê" bi kar anîn."

    Bi heman mijarî:

    Roja dadgehkirina parlamentara HDPê diyar bû
    Parlementera HDPê hat girtin
    Parlementera HDPê Taşdemir: ‘Li ser navê mirîyan deng bikaranîn'
    Parlamentera HDPê li edliye ya Amedê hat desteserkirin
    Huda-Par: Parlementerên HDPê nehatibana girtin, 'na' dê bêtir biketa
    Etîketan:
    waliyê mûşê, jikaravêtin, ahmet yildirim
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de