Le xwediyê avahîyan bertek nîşan dan û nexwestin destûr bidin. Herwiha polêsan mûdaxale kir û welatîyek derket ser înşaata ku tê xerakirin û xwe avêt jêr û birîndar bû.
Welatiyê ku birîndar bu rakirin nexweşxaneyê. Piştî mudaxaleyê bi kemçeyan 4 avahî hatin xerakirin.
'ME DENGÊ XWE DA AKPÊ, LÊ NIHA XANIYÊN ME XERAB DIKIN'
Di nîqaşa di navbera nûnerên şaradarîyê û welatîyan de hinek welatîyan got: "Me dengê xwe da AKPê aniha jî xaniyê me xera dikin. Çima heta roja îro deng dernexstin û aniha xira dikin."
Hate ragihandin ku bi dehan avahiyên wisa heye û dê werin xera kirin. Qeyûmê Şaradarîya Peyasê Mustafa Kiliç di derbarê mijarê de daxuyanî da û got:"Em destûrê nadin awahiyên qaçax. Dê tekoşîna me ya li hemberî van avahîyan dewam bike."
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)