11:45 21 Hezîran 2018
şaredarî - Şaredariya bajarê mezin a Amedê

Ji Şaraderîya Amedê 23 karker ji kar hatin avêtin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 30

Hat ragihandin ku jii Şaradarîya Bajarê Mezin a Amedê 23 karker bê sedem ji kar hatine avêtin.

Ji Şaradarîya Bajarê Mezin a Amedê ya ku qeyûm hatibu tayînkirin ji kar derxistin berdewam dike. Li gorî zanyariyên berdest piştî referandumê 23 karkerên şaredariyê bi biryara qeyûm ji kar hatin avêtin. Kesên ku ji kar hatine avêtin tenê ji bo wan teblîxat hatiye şandin. Li gorî îdîayan piştî referandumê ji kar derxistina karkerên şaredariyê dê zêde bibe.

‘HETA NIHA 2 HEZAR Û 22 KARKER JI KAR HATINE AVÊTIN'

Herwiha rêvebirên herêmî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî derbarê tayînkirina qeyûm û ji karavêtina karkeran de raportek weşandi bû. Di raportê de dihat gotin ku ji bo 83 şaredariyan qeyûm hatiye tayînkirin, 89 şaredar hatine hepskirin û 2 hezar û 22 karkerên şaredariyan jî ji kar hatine avêtin.

Bi heman mijarî:

Bi çekan êrişî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê kirin
Xebatkarê Şaredariya Stenbolê: Piştî referandumê jinên alîgirên dengê ‘na' li me helal in
Şaredariya Amûdê hişyarî da dikandaran daku zimanê armeyên xwe serrast bikin
Wezaretê qeyûm tayînî Şaredariya Atabagiyê kir
Polêsan bi ser şaredariya DBPê ve girtin
Bo Şaredariya Payîzavayê qeyûm hate şandin
Etîketan:
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 23 karker ji kar hatin avêtin, Amed, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de