22:26 21 Îlon 2017
Zindî
    Dengdana referandûma 16ê Nîsana 2017a li Tirkiyê - Amed

    Midûrê Giştî yê KONDAyê:‘Kurdan neçarî azmûnek nû kirin'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Midûrê Gelemper ê şîrketa lêkolîn û anketan KONDAyê Bekir Agirdir encamên referandumê nirxand û îdiayên ku ‘Bi dengê erê ya kurdan referandum bi ser ket' jî şîrove kir.

    Midûrê Gelemper yê KONDA ya ku 30 sal in lêkolînên raya gel dike Agirdir bal kişand ser mercên hilbijartinê û diyar kir ku referandum di bin siya tirs û Rewşa Awarte de hat lidarxistin û van tiştan têsîreke mezin li encaman kirin.

    Agirdir di axaftina xwe ya rojnameya Evrenselê derbarê îdiayên ku ‘bi saya kurdan AKP bi ser ket' jî nirxand û diyar kir ku dixwazin kurdan dîsa têxin azmûna xweîspatkirinê û wiha pê de çû: "Dibêjin li herêmên ku HDPê ji sedî 70 ray digirt niha daketiye sedî 60î û dibêjin windahî çêbûye. Lê gelek sedemê vê yekê hene ku yek ji wan Rewşa Awarte, koça piştî şerê xendekan û rakirina sindoqan ji taxên xirabûyî… Divê lêkolîna vê yekê bê kirin û encam li gorî wê bê analîzkirin."

    Li gorî agahiyên Agirdir jixwe kurd û hilbijêrên HDPê di bloka ‘na'yê debûn û dibêje bila kesek ti kesan nexapîne û bila pirsgirêk û hebûna kurdan baş bizanibin.

    Bi heman mijarî:

    Bozdag: Mafê Dadgeha Destûra Bingehîn tuneye biryara referandumê vekolîne
    Moody's ji bo OHAL û Referandumê hişyarî da Tirkiyeyê
    YSK: Em ê îro îtîrazên encamên referandumê binirxînin
    Ji ber encamên referandumê, dê ji Stenbol heya Enqereyê bimeşe
    Etîketan:
    konda, neçarî, gelê kurd, Bekir Agirdir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de