23:08 18 Tebax 2017
Zindî
    Dengir Mir Mehmet Firat

    Parlamenterê HDPê Firat: Walî, qeymeqam, leşker û polîs hemû ji bo dengê 'erê' xebitîn

    © Foto: Facebook/Dengir Mir Mehmet Firat
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (166)
    0 12562

    Gelo di vê hilbijartina borî de HDPê deng winda kirin, biryara YSKê ya pusulayên bê mor çiqas qanûnî ye, AKPê çima dengên xwe li bajarên kurdan zêde kirin û HDP di mijara ragihandina serxwebûna Kurdistanê de çi difikire?

    Parlamenterê HDPê yê Mêrsînê Dengir Mir Mehmet Firat di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de bersiva pirsên referandum, kêmbûna dengên HDPê, biyara YSK, meşrûiyeta hilbijartinê û ragihandina serxwebûna Kurdistanê dan.

    Parlamenterê HDPê yê Mêrsînê Dengir Mir Mehmet Firat di nirxandina xwe ya kêmbûna dengên HDPê li bajarên kurdan de got: "Em nikarin tu nirxandinan li ser windakirina dengên HDPê yên li herêmê bikin. Partiyeke ku serok, nûner, berdevk, parlamenter û bi dehan rêvebir û ji xeyrî vê bi hezaran rêvebir û endamên rêxistinên şaxên navçe û bajaran, şaredarên ku bi dengê gel hatibûn hilbijartin girtî û di hepsan de bin ma wê encameke çawa ji hilbijartinan bistîne. Herwiha ev referandum ne weke ya partiyan bû rasterast dewlet di vê hilbijartinê de teref û alîgir bû."

    ‘WALÎ, QEYMEQAM, LEŞKER Û POLÎS HEMÛ JI BO DENGE ‘ERÊ' XEBITÎN'

    Firat di berdewamiya axaftina xwe de got: "Walî, qeymeqam, fermandarên cendirme û midûrên polîsan gund bi gund digeriyan û ji hemwelatiyan re digotin ‘heke hûn dengê xwe ‘erê' bi kar neyînin hûn ne xizmetê werdigirin û ne jî ji alîkariyên civakî îstîfa de dikin. Yanî di hilbijartineke wiha de ku hemwelatî bi her cureyî hatin tehdîdkirin heke HDPê ev deng derxistibin serkeftineke mezin e. Li gorî min zêde jî derketiye. Digel van hemû neyîniyan jî dengekî kêm winda kiriye. Dema em li bajarên derveyê Kurdistanê yen wekî Mersîn, Edene, Stenbol, Îzmîr û yên din temaşe dikin ji bo ku ev neyîniyî li wir neqewimîn û bandora dewletê li wir kêm bû rayên ku HDPê berê li wir standibûn bi hêsanî ew rayên xwe parastin. Lewma ev hilbijartin hilbijartineke bi şaîbe ye û qebûlkirina wê nepêkan e. li gorî agahiyên ber destê me çavdêrên Rêxistina Hevkarî û Ewlehî ya Ewropayê (AGÎT) ji bo referandumê raportekê amade dike û ji xwe ew jî dê behsa van bêrêtiyên referandumê bike."

    ‘LI GORÎ MIN JÎ ERDOGAN BI DENGÊN KURDAN QEZENÇ KIR LÊ…'

    Mehmet Firat di dirêjiya axaftina xwe de banga Parlamenterê HDPê yê Amedê Altan Tan ku gotibû ‘Erdogan bi dengê kurdan biser ketiye' şîrove kir û got: "Weke berî niha min got heke di hilbijartinê de zor û guvaş li ser gel tunebûna ne pêkan bû ku referandum wiha encam bidana. Raste li gorî min jî Serokomar Erdogan bi saya dengên kurdan pergala serokatiyê derbas kir. Lê serkeftina Erdogan a referandumê di encama guvaşan de hat bidestxistin. Mijara bûyîna wezîrtiya kurdan tiştekî din e û ez nizanim çima Altan Tan ev hevok bi kar anî divê mirov jê pirsyar bike. Ez bawer nakim ev zêdebûna dengên ‘erê' yên li bajarên kurdan bibe çirûskeke destpêkirina pêvajoya çareseriyê. Weke niha jî min got ev hiilbijartin bi şaîbe ye û kurdan dengê xwe bi xwestin û daxwaza xwe nedane ‘erê'. Lewma ev baweriyê nade me. Ji xwe Lijneya Bilind a Hilbijartinê jî bi qebûlkirina pusulayên bê mor şaîbe xiste referandumê. Weke mînak di pusulayên derveya welat de ji bo ku mor tuneye betal dike, lê yên li nava welat digel ku mor li ser tuneye û hejmareke pir zêde ye jî qebûl dike. Qebûlkirina dijiyatî û dubendiyeke wiha ne mumkûn e. Li gorî min divê hilbijartin were nûkirin û ya borî jî ji binî ve were betalkirin.

    ‘EV GUHERÎNA REJIMEKE DÎKTATORIYAL E'

    Parlamenterê HDPeyî ji bo guherîna Destûra Bingehîn got: "Divê pêşî di serî de em tiştekî serast bikin. 18 madeyên ku di parlamentoyê de hatin guherandin û ji bo wan referandum çêbû de eleqeya 16 madeyan jê bi pergala serokatiyê tuneye. Ji bo ku hiqûqa Destûra Bingehîn di pergala serokatiyê de îşaretî veqetandina hêzan dike, lê tiştê ku niha hate kirin yekbûna hêzan bû. Ev tiştê ku îro dixwazin têxin heyatê ne pergala serokatiyê ye, ev rasterast pergaleke dîktatoriyal e. Ji bo vê pergalê tenê em dikarin pergala rejima beas bêjin. Em nikarin vê pergalê weke pergala Amerîkayê bibînin û ev dûrî aqilan e. Ev weke mînaka Iraqê ya dewra Seddam Huseyin e û ji hêla hiqûqa Destûra Bingehîn ve tu bingeheke wê tuneye û rejimeke otorîter e. Ev jî tê wateya ku hersê hêzên bingehîn yên dewletê di binê destê yekî de kom bibin û cihê vê di hiqûqa bingehîn de tuneye.

    ‘SERLÊDANA YSKÊ TU ENCAMÊ NADE'

    Dengir Mir Mehmet Firat ji bo serlêdana betalkirina HDPê ya YSKê got: "Li gorî qenaeta min îtîraza ku HDP li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bike wê tu encam nede ji bo ku YSK ne saziyeke serbixwe ye. Lewra biryara ku YSKê da li dijî prensîbên bingehîn ên hiqûqî ye. Mafê tu sazî ku dezgehên fermî ji xeyrî parlamentoyê ku qanûnê biguherîne tuneye. Qanûn gelek eşkere û sehîh dibêje divê pusula û zerfên pusulayên dengan werin morkirin. Ne mafê YSKê û ne jî mafê saziyeke din tuneye ku vê qanûnê biguherîne, tenê parlamento dikare vê guherînê pêk bîne û hetanî ev guherandin neyê kirin ew hikûm derbas dibe. îdîakirina eksê vê referandumê bi şaîbe dike.

    ‘SERXWEBÛN MAFEKÎ XWEZAYÎ YÊ KURDAN E'

    Helbet ragihandina dewleteke serbixwe ya kurdan mafekî wan ê xwezayî ye. Weke herkesî mafê wan jî ê serxwebûnê heye. Qebûlkirin an jî neqebûlkirina me weke HDPê zêde tiştekî naguherîne ji bo ku ev mafekî wan ê tabiî û xwezayî ye. Li gorî me ev daxwaza Herêma Kurdistanê heq e û em hêvî dikin ku ev daxwaza wan bi cih were.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (166)

    Bi heman mijarî:

    Dengir Mir Mehmet Firat: ‘Madem ku HDP heye, pêwistî bi çekan nîne'
    Parlamenterê HDPê Idris Baluken hat desteserkirin
    Parlamenterê HDPê Aslan hat berdan
    Parlamenterê HDPê Ferhat Encu hat desteserkirin
    Parlamenterê HDPê Ferhat Encu hat tehliyekirin
    Etîketan:
    Parlamenterê HDPê Mêrsînê, Encamên referanduma Tirkiyeyê, Dengir Mir Mehmet Firat, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de