11:02 26 Gulan 2018
girtîgeh-girtîgeha amedê

Piştî banga KCKê, grevên birçîbûnê bi dawî bûn

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Duh KCKê bangî girtiyên di greva birçîbûnê de ne kiribû daku dest ji greva birçîbûnê berdin.

Li ser navê girtiyan Deniz Kaya daxuyaniyek nivîskî da. Kaya di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa li girtîgehan û wiha berdewam kir: “Li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan zêde bûn. Em weke girtiyên PKK û PAJKê ji xêza têkoşinê ya Kemalan Semayan û Sarayan tên. Me qet teslimiyet qebul nekir. Tifaqa AKP û MHP bila zanibe ku em şoreşgerên ku di rêya serfkeftinê ya ji bo serokatî û gelê xwede dimeşin. Çalakîya ku me ji 14 Sibatê di serî de li Girtîgeha Şakran dest pê kir bi banga hevserokatîya KCKê ya di 18ê Avrelê de em çalakîya xwe bi dawî dikin.

EM ÇALAKIYA XWE BI DAWÎ DIKIN’

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji gelê me ku ji têkoşîna me re bû deng û derdorên ku xwe berpirsyar dîtin silav dikin. Bila tifaqa AKP û MHP zani be ku heger li ser serokatîya me tecrîd û li hember gelê me operasyonên sîyasî yê qirkirinê û li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan dewam bike em ê bi çalakiyên mezin têkavin nava tekoşinê. Serî de li Şakran ya ku di roja 64an de deye û girtigehên Sincan, Bolu, Trabzon û Tarsusê çalakiya xwe bi banda hevserokatîya KCKê bi dawî dikin. Em tev hevalên xwe yên ku di çalakiyê de bûn silav dikin.”

Bi heman mijarî:

KCKê bo referandûma Tirkiyeyê: Destûra bingehîn ji bo Kurdan ne rewa ye
‘Îdianameya KCKê bi belgeyên derewîn hat amadekirin’
Di doza KCKê de 21 dadger û dozger hatin guhertin û piştî 8 salan 1109 sal siza hat dayîn
Doza sereke a KCKê berdewam dike
Biryara doza KCKê wê di 27ê Adarê de bê eşkerekirin
Ji KCKê daxuyaniya Xerabê Bava
Etîketan:
greva birçîbûnê, KCK, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de